Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kurte fîlma pêşmerge xelata navndewletî vergirt

14:10 - 1 Gulan 2019

Kurdistanmedia: Kurte fîlmeke dêkumintarî ya pêşmerge, xelata 18.mîn festîvala navdewletî ya li Beyrûtê vergirt.

Kurte fîlma dêkumintarî ya ku li ser pêşmerge û bi navê “rûbirûbûna li hemberî mirinê”, ku bi derhîneriya Serwer Ebdula, xelkê Başûrê Kurdistanê, li 18.mîn festîvala navdewletî, li Beyrûta paytexta welatê Lubnanê, wekî baştirîn fîlma dêkumntarî hate hilbijartin û xelata vê festîvalê jê re hate pêşkêş kirin.

Ev kurte fîlma dêkumntarî bas ji qehremanetî û bivêriya pêşmerge li şerê lidiî teror û terorîstên “DAÎŞ”ê dike û bi taybet bas li van pêşmergeyan dike, ku, erka van poçkirin û hilgiritina mîn û bombeyên hatinî çandin û yên bicih mayî yên terorîstên “DAÎŞ”ê bûye.

Lijneya danaberhev ya vê festîvalê, li ser vê kurte fîlma dêkumintrariyê ragehandiye, çîroka vê kurte fîlma dêkumintariyê bas ji çîroka girîng dike ku pêşmerge bi gorîkirina jiyan û canê xwe, canê, welatiyan diparêzin.

Serwer Ebdula, derhênerê vê dêkumantariyê, derheq çêkirin û derhîneriya vê kurte fîlma dêkumntarî bo medyayên Başûrê Kurdistanê ragehandiye ku: Fîlim di demekê de hatiye giritin ku di vê demî şerê terorîstên “DAÎŞ”ê bû, û em mejûlî çêkirina vê fîlimê bûn ku zêdey caran her bi vê sedemê jî heya nêzîkî mirinê diçûn.

18.mîn festîvala navdewletî ya li Beyrûtê, ku kêmtir li hefteyekê li bajarê Beyrûta paytexta welatê Lubnanê hatibû lidarixstin, roja Duşemî 2`ê Banemerê, bi amadebûna sedan fîlmên coda û li welatên cuda yên cîhanê destpê kir û roja Yekşemî 8`ê Banemerê dawî pê hat.