Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kuştin û binçavkirina dehan hemwelatiyên Îranê di 5 rojên derbasbûyî de

15:20 - 2 Kanûna Paşîn 2018

Kurdistanmedia: Di doma van meşên nerazîbûnê ku di 5 rojên derbasbûyî di bajarên Îranê de hatine lidar xisitn, bi sedan hemwelatî hatine binçavkirin û dehan hemwelatiyên din jî hatine kuştin.

Çavkaniyên nûçeyan bas ji vê yekê dikin ku di nerazîbûnên 5 rojên derbasbûyî ên gelên Îranê li dijî rejîma Îslamî ya Îranê de, bi sedan hemwelatî li bajarên cur bi cur ên Îranê de ji aliyê hêzên ewlekar ên rejîmê ve hatine binçavkirin û bi dehan kes jî hatine kuştin. Li vê derheqê de Wezareta Îtilatê a rejîmê ragihandiye ku wê rewşa awarte berdewam bike.

Nûçegihaniya” Îsna”yê, eşkere kiriye ku hevdem digel axavtinên “Rohanî” Serkomarê rejîma Îslamî a Îranê derheq hebûna mafê xwenîşandana hemwelatiyan de, hêzên leşkirî û dezgeha evlekarî ya rejîmê, hejmarek berçav ji çalakvanên çandî, xwendekarî û mîdyayî di bajarên Tehran, Kirmaşan, Kirman, Îsfehan û …hwd de binçav kirine.

Şêvra Yekîtiya Xwendkaran jî nûçeya girtina çend endamên Şêvra xwe li zanîngeha Tehranê de piştrast kiriye.

Ji aliyekî din ve di encama birêve çûna meşên nerazîbûna hemwelatiyan di bajarên Îranê weke Hemedan, Durû a Lurstanê û Îze ya girêdayî Xûzistanê de, heyanî niha bi dehan hemwelatiyên nerazî ji aliyê hêzên çekdar yên rejîma terorîstî a Îranê ve hatine kuştin û birîndar kirin.

Serhejmariyên nefermî bas ji binçavkirina zêdeyî 500 hemwelatiyan û kuştina 15 hemwelatiyên din di heyama van 5 rojên derbasbûyî de dikin.