Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Lehiyê 232 milyard Riyal xesar ji parêzgeha Urmiyê xist

14:23 - 30 Hezîran 2012

Kurdistanmedia: Barîna baran û tergijûka ne di dema xwe de li bajarên Mako, Çaldiran, Puldeşt, Şût û Miyandoavê xesarên giran bicih hştin ku tenê li Mako û Şûtê, servey 232 milyard riyal zirtar birê xist.
Li gor raporên belav bûyî, barîna baran û tergijokên xurt û rabûna lehiyê di hin deverên parêzgeha Urmiyê de bûye seba xesarên 45 cihên akincîbûnê ên gundan û jinavçûna 26 ser malat û pêtirî 2 hezar û 600 donm erdên werzêriyê.
Herifandina dîwarên gundan, pirên pêwendiyan û damezriyên av û elektirîka gund û bajaran ji xesarên din ên lehiyê bûne.
Navinca xesarên hatinî hesibandin, li Şûtê 45 milyard û li Makoyê 187 milyard riyal hatiye zanîn.
Bi gotina Fermandarê Makoyê, barîna 20 santîmetrî a tergijokê di 30 salên derbasbûyî de bêmînak bûye.
Li bajarê Miyandoavê jî barîna giran a baranê û rabûna lehiyê bûye seba avgirtîbûna rê û piran ku riya hat û çûyan qut kiriye, herweha bûye seba xesara çendîn dezgehên turumbêlan û xesarên giran ên bax û erdên werzêran.

Xesara bajarê Miyandoavê hêj nehatiye eşkerekirin.