Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Lêpirsyarê giştî ê PDKÎ bi helkefta cejna Remezanê peyameke pîrozbahiyê belav kir

22:13 - 3 Hezîran 2019

Kurdistanmedia: Lêpirsyarê giştî ê PDKÎ di peyamekê de, bi helkefta hatina cejna Remezanê, pîrozbahî li mislimanên cîhanê û neteweya Kurd kir.

Peyam wiha ye;

Cejna Remezanê li we pîroz be.

Bi helkefta hatina cejna pîroz a Remezanê, pîrozbahiyên germ ên xwe pêşkêşî hemû mislmanên cîhanê û neteweya Kurd, bi taybet gelê Kurd li Kurdistana Rojhilat dikim.

Di van rojan de, rêzgirtin ji malbatên serbilind ên şehîdan û ew malbatên ku ezîzên wan ên xebatkar di pêxema azadiya Kurdistanê û gelê Kurd ê bindest de di girtîgehên rejîmê de ne, ji hemû gavan zêdetir berçav dibin. Ez silav û pîrobahiyên taybet li wan ezîzan dikim. Em li bendê ne ku, xelkê xebatkar û nîştimanperwer ê Kurdistanê jî, emegnasiya xwe derheq van malbatan û girtiyên siyasî, zêdetir ji berê bînin ziman.

Herwisa hest bi hevxemî û hevpiştevaniyê bikin û li gor derfetê, hestên xwe nîşan bidin.

 Hemû rojên jiyana we tijî xweşî bin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Lêpirsyarê giştî

Mistefa Hicrî

13`ê Cozerdana 1398`an

3`ê Hezîrana 2019`an