Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Lêpirsyarê giştî ê PDKÎ digel heyeteke rojnameya “Washington Post”ê civiya

15:06 - 15 Hezîran 2018

Kurdistanmedia: Mistefa Hicrî lêpirsyarê giştî ê PDKÎ di doma hevdîtinên xwe di Amerîkayê de, digel heyeteke rojnameya “Washington Post”ê civiya, û serdana kongireya Amerîkayê jî kir.

Mistefa Hicrî lêpirsyarê giştî ê PDKÎ di vê civînê de rewşa Îran û Rojhilata kurdistanê şirove kir, û bas ji vê kir ku rejîma Îranê zexteke zêde xistiye ser neteweya Kurd, û ew zulm û zordariya wê rejîmê jî, ji aliyê medyayên cîhanî ve gellek kêm girîngî pê hatiye dan.

Mistefa Hicrî di rûniştina xwe ya digel heyeta rojnameya “Washington Post”ê de bas ji vê kir, ku ew rojname û rojnameyên din hewce ye ku zêdetir awiran bidin binpêkariya mafên mirov û bi taybetî Rojhilata kurdistanê û girîngiyekr zêdetir bidin pirsa Kurd di Îranê de.

Heyeta rojnameya “Washington Post”ê axavtinên Mistefa Hicrî lêpirsyarê giştî ê PDKÎ gellek girîng nirxandin, û çendîn pirsyar di vê derheqê de li Mistefa Hicrî lêpirsyarê giştî ê PDKÎ kirin, ku ji aliyê navbirî ve bersiva piryaran hate dan.

 Mistefa Hicrî lêpirsyarê giştî ê PDKÎ piştî civîna digel vê heyetê, serdana kongireya Amerîkayê jî kir.

Mistefa Hicrî di axavtina xwe de bo senator  û kongirêsmenên Amerîkayê şirove kir, ku dema vê hatiye ku destewajeya guherîna rejîmê li Waşingtonê û paytextên welatên Rojavayî bihê bihîstin.

 Navbirî bas ji vê kir ku dema em bas ji guherîna rejîmê dikin mebesta me, ne ew e ku bên û rejîmê ji me re biguherin, belku mebest ew e ku xelkê Îranê gihîştine vê qena`etê, ku dixwazin vê rejîmê biguherin, û gihane vê astê ku vê rewşê êdî naxwazin.

 Xwenîşandan û daketina xelkê ser kolanan, di heyama çend mehên borî de, û ew diruşmên ku hatin dan, nîşanderê vê ne ku xelkê Îranê gihîştine vê qena`etê ku dibe ew rejîm li ser kar nemîne.

Mistefa Hicrî lêpirsyarê giştî ê PDKÎ bas ji vê jî kir ku daxwaza me ji Amerîka û Ewropayê ew e ku nabe vê rewşa heyî qebûl bikin, û ji riyekê bigerin bona pêwendiyên bi Îranê re, belku dibe riyekê bibînin bona vê ku alîkariya xelkê Îranê bikin da ku vê rejîmê biguherin.

Herwisa bîr ji vê bikin, ku digel dewleta bê ya Îranê digel sîstemeke nû ku cihê vê rejîmê bigre, serederiyê bikin.

Di vê derheqê de Areş Salih nûnerê PDKÎ li Amerîkayê ku di van hevdîtinan de bi Mistefa Hicrî lêpirsyarê giştî ê PDKÎ re bûye, di pêwendiyeke telfonî de bi malper “Kurdisatnmedia”yê re ragehand, ku di van hevdîtinan de bo PDKÎ eşkere bûye, ku nasîn û têgihîştina senator û kongirêsmenên Amerîkayê derheq pirsa Kurdistanê baş e, û wan hevsoziyeke baş derheq pirsa Kurd li Kurdistana Rojhilata heye, û herwisa eşkere kirine ku wan zanyarî hene li ser reftar û serederiya rejîmê digel xelkê Îranê.       

Nûnerê PDKÎ bas ji vê jî kir ku deskevtên vê serdanê li kongireya Amerîkayê gellek erênî bû, û bo mînak wekî PDKÎ me kariye ku hevakriyên senatorên wekî “Robiyo” bo pêşeroja pêwendiyên xwe digel Amerîkayê misoger bikin, û em xatircem in, wekî PDKÎ ku di pêşerojê de ew senator alîkarekî baş be bo me, bona vê ku em bikarin pêwendiyên xwe di Amerîkayê de bihêztir bikin.

Her di vê hevdîtinê de, kongirêsmen “Birayan  Mast” bi Mistefa Hicrî lêpirsyarê giştî ê PDKÎ ragehand ku têgihîştina me derheq derbazbûyî û derheq rewşa niha ya Rojhilata Navîn û Îranê gellek li hev nêzîk e, û herweha ew şêweya ku hûn bo pêşeroja Îranê şirove dikin, gellek nêzîk e bi vê pêşeroja ku ez bo Rojhilata Navîn berçav digrim û şirove dikim.

Di dawiyê de kongirêsmen “Mast” piştevaniya xwe ji doza rewa ya Kurd di Rojhilata Navîn de nîşan da, û ducarî kir ku em bi we re ne, û em hêvîxwaz in ku hûn bigihîjin armancên xwe.