Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Lêpirsyarê giştî yê PDKÎ di Navenda “Hadson”ê de axivî

12:53 - 13 Hezîran 2018

Kurdistanmedia: Lêpirsyarê giştî yê PDKÎ di yek ji girîngtirîn tînktankên Amerîkayê de, derheqê dawîn guherînkariyên dever û pêşeroja  Îranê û doza Kurd de axivî.

Li gora nûçeya gihîştî malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Sêşemî 12`ê Hezîranê “Mistefa Hicrî” lêpirsyarê giştî yê PDKÎ digel “Ebdullah Mohtedî” sekreterê giştî yê “Komela Şoreşger a Zehmetkêşana Kurdistana Îranê”,  di “Navenda Hadson” a Amerêkayê de gotarek pêşkêş kir, û li wir derheqê dawîn guherînkariyên dever, Îran û Kurdistanê de axivî.

Li gora vê nûçeyê, “Mistefa Hicrî” di axavtinên xwe de ku komek ji vekolînerên Amerîkayê yên çendîn navendên girîng yên biryarder yên vî welatî beşdar bûn, bas ji vê kir ku, baştirîn rê ji bo bidawîanîna bi kiryar û reftarên dîktatorane yên Komara Îslamî a Îranê di navxweyî welat  û destêverdanên vê rejîmê li derveyî sînoran de, alîkarîkirina digel xelkê Îran û piştevanîkirina ji xebata çekdarane ya gelê Kurd e.

Herwisa “Mistefa Hicrî” bas ji vê jî kiriye ku, Îran welateke çendnetewe ye, û her ev yeka jî potansêyleke baş dide ji bo vê ku demokrasiyeke bicî di Îranê de ava be, û hebûna van neteweyane dikare bibe destkevt û sedemek ji bo pêşvebirina demokrasiyê di vî welatî de.

Di beşeke din de “Mistefa Hicrî” bas ji rola nigatîv a Tehranê di deverê de kir, û ragehand ku gellek girîng e ku Amerîka alîkariya Kurdên Îranê bike ji bo vê ku  bikarin aramî û ewlehiyeke baş di Îran û deverê de dabîn bikin.

 “Navenda Hadson” yek ji bandordartirîn tînktankên Amerîkayê ye ji bo pêkanîna siyasetên derve yên vî welatî, ku navenda wê di “Washington DC”ê de ye, û kar li ser siyastên derve yên Amerîkayê di Rojhilata Navîn de dike.