Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Lêpirsyarê giştî yê PDKÎ di Navenda Lêkolîna Londonê de pirsên girîng nirxandin

18:11 - 14 Hezîran 2018

Kurdistanmedia: Navenda Lêkolîna Londonê civînek ji bo Mistefa Hicrî lêpirsyarê giştî yê PDKÎ pêk anî, ku tê de Mistefa Hicrî bas ji komek pirsên pêwendîdar bi Îran û Kurdistanê kir.

Li gora nûçeya ku gihaye malpera “Kurdistamedia”yê roja Çarşemiyê 23`ê Cozerdanê, Navenda Lêkolîna Londonê li yek ji avahiyên ser bi kongireya Amerîkayê de civîneke taybetî ji bo serkirdayetiya Kurd derheq pêşeroja Îranê û rola Kurd bi rê ve bir, ku tê de lêpirsyarê giştî ê PDKÎ bi hûrî bas ji dawî rewşa Kurdistanê kir.

 Di vê civînê de ku çendîn endamên kongireyê, stafêrê çendîn endamên kongireyê, lêkoler û endamên Navenda Lêkolîna Londonê  û herwisa nûnerê çend medya û dezgehên ragehandinê beşdar bûn, birêz Hicrî bas ji vê kir ku Kurd li Kurdistana Îranê de li jêr zext û givaşeke zêde ji qas de ye, û hewcehî bi vê heye ku bête alîkarîkirin, bona vê ku bikare li hemberî rejîna hov ya Komara Îslamî de bisekine.

Bas ji vê jî kir ku rejîma Komara Îslamî ne tenê kêşe ye bo xelkê welatê Îranê, belku serêşeyeke serekî ye jî bo tewahiya navçê, û hewce ye piştgirî ji xelkê Îranê û bi taybetî Kurdan bê kirin, da ku bikarin vê rejîmê biguherin, û di hember de jî bisekinin, ku eva dibe sedema vê ku aştî di hemû navçe û cîhanê de cihgir be.

Her di vê civînê de birêz Mistefa Hicrî komeke zanyariyên hûr xistin ber bas û berhevdanê, û bîrûraya PDKÎ li hemberî dawî guherînkariyên navçe û Îran û Kurdistanê xiste rû, û hemû kêşe vegerandin ser Komara Îslamî û siyasetên nemirovane yên wê, û bas ji vê kir ku hekî di pêşerojê de cîhaneke aram û bi dûr ji kêşeyan me hebe, dibe wekî yekem pêngav hewlê bidin bo nemana Komara Îslamî. 

Hewceyî baskirinê ye ku di vê civînê de birêz Ebdullah Muhtedî sekreterê giştî ê Komeleya Şoreşger ya Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê jî beşdar bû.