Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ pîrozbahî li peyrewên ola Yarsan kir

12:15 - 24 Çirriya pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Bi boneya hatina cejna Xawenkar,  Lêpirsyarê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, peyameke pîrozbahiyê bo peyrewên ola Yarsan şand.

Deqa Peyamê wiha ye:

Peyama pîrozbahiyê

Bi boneya cejna Xawenkar, cejna peyrewên Yarsan, bi germî pîrozbahiyê li peyrewên Yarsanan li hemû cihên ku hene, û bi taybet hevnîştimanên Yarsan dikim.

Hêvî dikim ku cejna îsal ya Xawenkar, di rojên tijî ji şadî û xweşiyê de dederbaz bibe, û bibe destpêka dabînbûna ewlehî û aramî û bexteweriya hemû hevnîştimaniyan.

Digel pîrozbahiyên dubare

Mistefa Hicrî

Lêpirsyarê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

1`ê Xezelwera 1397`an

23`ê Çiriya Pêşîna 2018`an