Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Lêprsyarê Giştî yê Partiya Demokrat digel endamên hizbê yên li welatê “Norway”ê civiya

11:24 - 8 Çirriya pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ, digel endamên PDKÎ yên li welatê “Norway”  civiya.

Roja Pêncşemî 4`ê Çiriya Pêşîn a 2018`an, “Mistefa Hicrî” Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ, civînek digel çendîn kes ji endam û dostên hizbê pêk anî.

Di destpêkê de ji aliyê Şehla Yarhusêynî û Hîva Ehmedî, bixêrhatin ji rêzdar Mistefa Hicrî û kesên amade di vê civînê de hate kirin.

Piştre Lêpirsyarê Giştî yê hizbê derheq dawîn guherînkariyên hizbê piştî konigireya 16, ku hatine encam dan axavit.

Piştî axavtina Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ, kesên beşdar di vê civînê de, pirs û pêşniyarên xwe derheq bi biryarên kongreyê de anîne ziman. 

Her di vê cihî de, piştre Lêpirsyarê Giştî yê hizbê civînek digel endamên komîteya giştî ya PDKÎ, ya li welatê “Norway” pêk anî, û derheq komek bas û mijarên rêkxistinî û yên hizbê axavit.