Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Bajarê Urmiyê, rejîmê dest bi ser alav û barên Bazirganên Kurd de girtin

16:29 - 21 Çirriya pêşîn 2019

Kurdistanmedia: dezgeha “ Emakin û Te`izîrat”a Bajarê Urmiyê, alav û barê tacirên kurd zewt kirine ku bihaya wan nêzîkî 10 Milyard tûmenane.

Li gorî rapora gihîştî bi malpera “ Kurdistanmedia”ê, Roja derbasbûyî, 28`ê Rezberê, dezgeha “ Emakin” bi alîkariya “ Te`izîrat” û oda bazirganiyê a wî Bajarî, bayê 10 Milyard tûmenan, cilûbergên ku ji aliyê tacirên Kurd ve, ji derweyî Welat ve hatibûne anînê, dest biserde girtin.

Hêceta destbiserde girtina wan tiştan, ewe ku rêjîm dibêje bi tinê izna firotina tiştên nawxweyî didin û ew jî bo piştgirî ji peyama “ Elî Xamineyî”, rêberê rêjîme ku ragihandibû: dibe pitir mifah ji berhemên nawxweyî bête wergirtin.

Hevdem bi rêgirî ji anîna  cilûbergan ji derweyî welat, 10 Rojan berî niha ve, bazara cilûberg û perçe firoşên bajarê Urmiyê, hatibûne daxistinê û wan dest bi mangirtinê kirine.

Di demekê de ku qasê kirina berhemên nawxweyî kême, “ Dawûd Pûr Elî”, rêweberê sendîkaya perçe firoşên bajarê Urmiyê, daxwaz ji dezgeha “ Te`izîrat û Bazerganî”ê kiribû ku rêgiriyê ji anîna derweye cilûbergên biyanî bikin.