Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li bereberê salvegera şehîdbûna Dr. Qasimlo çar bergên pirtûkan têne bilavkirin

18:53 - 12 Tîrmeh (Temûz) 2014

Kurdistanmedia: Çar pirtûkên pêwendîdar bi Dr. Qasimlo û jiyana ew kesayetiye neteweye ji aliyê pêşmerge û organên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ve bi zimanê Kurdî tên çap û bilavkirin.

Li gor rapora Kurdistanmedia, li bereberê nêzîkbûna 13’ê Tîrmehê 25’emîn salvegera şehîdbûna Dr. Qasimlo û hevalên wî, 4 pargên pirtûkan li pêwendî digel Dr. Qasimlo, ji aliyê pêşmerge û organên PDKÎ ve tên çap û bilavkirin.

8871.jpg


“Dr. Qasimlo di bîbliyogirafiya pirtûk û doseya kovar û rojnaman de, Neteweyekî sîsbûyî û welatekî jev belav, Kurdistan û Kurd, Ewropayek li herêma Kurd de” navên wan 4 pirtûkaneye ku li berberê salvegera şehîdbûna Dr. Qasimlo tên çap û bilav kirin.

Pirtûka “Dr. Qasimlo di bîbiliyogirafiya pirtûk û doseya kovar û rojnaman de” ji aliyê komîsyona ragehandin û perwerdeya PDKÎ ve hat çap kirin û di salvegera şehîdbûna Dr. Qasimlo de tê bilav kirin.

Komîteya ragehandina Yeketiya Xwendekarên Demokrat ên Kurdistana Îranê pêwendî ligel salvegera şehîdbûna Dr. Qasimlo û hevalên wî, pirtûkek bi navê “Neteweyekî sîsbûyî û welatekî jev belav” bi lehca Kumanciya jêrîn bo ser zimanê Farsî hatiye wergirandin û di demekî nêzîk de tê çap û bilav kirin.

8870.jpg


Di vê pirtûkê de komek gotinên nemir Dr. Ebdulrehman Qasimlo, Kendal Nezan, Arçî Bald Roz Vêlt û mamosa Nazdar (Navê nepenî yê Dr. Qasimlo û gotarek li ser Kurdên Sûriyê) bi xwe ve digre.
Pirtûka Neteweyekî sîsbûyî û welatekî jev belav û pişkek ji pirtûkê ku sala 1977’an ji aliyê hejmarek nivîskarên Kurd û xincî Kurd bi zimanê Feransî û bi serpereştiya “Jîralîd Çaliyand” hatiye nivîsandin, navê vê pirtûkê bi Ferensî (Les kurdes et le Kurdistan)ye ku ji aliyê lêkolerên Kurdan ku yekek ji wan Dr. Qasimlo bûye, hatiye nivîsandin.

Ev pirtûka dîroka çivakî – abûrî û siyasiya Kurd û Kurdistanê bi xwe ve digre ku li varî zanistî ve girngiyekî taybet heye.

8872.jpg

Ji aliyek din ve “Selîm Zencîrî” pêşmergê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê pirtûka “Kurdistan û Kurd” bi diyalêkta Kurmanciya jêrîn bo ser Kurmanciya jorîn paçive kiriye.

Piştre jî Teya Etîqî pirtûka “Kurdistan û Kurd” ku ji aliyê Dr. Qasimlo ve bi zimanê Çêkî nivîsandibû, bo ser zimanê Farsî wergrandibû û çapa yekem jî di sala 1996’an de ji aliyê çapxaneya Optîk a Swêdê ve hatibû encam dan.

Dr. Qasimlo nivîsîna pirtûka “Kurdistan û Kurd” sala 1957’an dest pê kir û sala 1962’an amadeya çapê kiribû û ev pirtûke sala 1964’an bo yekemîn car çap bû û kete ber dîda xweneran.

Çapa Îngilîsî a pirtûka kurdistan û Kurd, piştî wergêranê sala 1965’an hat bilav kirin.

Ev pirtûke ku şîkarekî siyasî û abûrî ye di sala 1967’an de hatiye wergrandin bo ser zimanê Erebî û piştre di salên 1969’an de bo zimanê Lehistanî hatiye paçivekirin.

8873.jpg

Di wê pêwendiyê de pirtûka “Ewropayek di herêma Kurdn de” bi nivîsîna “Nesrîn Qasimlo” hevjîna nemir Dr. Qasimlo ku ji aliyê “Xurso Ebdullahî” ve ji zimanê Feransewî bi zimanê farsî hatiye wergêrandin, ji aliyê Nahîd Husênî endama komîteya navendî a PDKÎ ve bi zarawa Soranî hatiye wergêrandin û bi wan zûyane tê bilav kirin.

Nesrîn Qasimlo dibêje: Armanca min bi nivîsîna vê pirtûkê evaye ku rastiya jiyana Dr. Qasimlo sekreterê berê yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê eşkere bikim.