Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li binkeya “Dêgele” roja jidayîkbûna Dr. Qasimlo bilind hate ragirtin

11:15 - 23 Kanûna pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Yekîtiya Lawên Demokrat ên Kurdistana Îranê, li binkeya “Dêgele” rêûresmek bi boneya roja jidayîkbûna Dr. Qasimlo û “Şeva Yelda” bi rê ve bir.

Roja Înê 30”ê Sermawezê, Yekîtiya Lawên Demokrat ên Kurdistana Îranê, rêûresmek bi boneya 88.emîn salroja jidayîkbûna rêberê nemir ê gelê me Dr. Qasimlo û “Şeva Yelda” li binkeya “Dêgele” de bi rê ve bir.

Di destpêkê de ew rêûresma bi sirûda neteweyî a “Ey Reqîb” û ragirtina deqeyekê bêdengî bo canê paqij ê şehîdên Kurdistanê dest pê kir.

Piştre peyama Desteya Birêveberiya Yeketiya Lawan, ji aliyê “Wahîd Ehmedî” endamê Birêveberiya Yekîtiya Lawan bi vê boneyê ve hate xwendin.

Piştre “Zaniyar Beharî” basek li ser kesayetiya Dr. Qasimlo û bandorên wê li ser bizava neteweyî ya Kurd pêşkeş kir.

Piştre moma 88 salî ya jidayîkbûna Dr. Qasmlo, ji aliyê du pêşmergên mêjîn bi navên “Sofî Mehmûd Aqayî û Mela Ebdullah” ve hat hilkirin.

Di beşeke din a vê rêûresmê de, du sirûd ji aliyê “Nîzam Secadî û Mihemed Mihemedzade” ve bi vê boneyê ve hatin pêşkeş kirin.

Beşek din a vê rêûresmê hatibû diyarîkirin bo dana lewha rêzlêgirtinê bi hunermend “Şoriş Ahî, Saman Seyîd Ehmedî, û Nîzam Secadî” weke rêzgirtinek ji mandîbûna wan.

Piştre Pexşanek li jêr navê “Şeva Yelda” ji nûsîna: Cemal Fethî (Koçer) ji aliyê “Samrend Zagros” ve hate xwendin.

Piştre “Xulam Fethî” sirûdek bi vê boneyê ve pêşkeş kir.

Piştre “Ramyar Şamiradî” helbestek li jêr navê “Rûnakiyek la nêw şewezeng da”, ji nûsîna: “Şerîf Felah” pêşkeş kir.

Beşek din a vê rêûresmê hatibû danîn bo straneke folklorî, ku ji aliyê “Nîzam Secadî” ve hatibû pêşkêşkirin.

Ew rêûresma bi govend û dîlan û kêfxweşiya xelkê dawî pê hat.