Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li bûyera hatûçonê de, dehan maşîn xwe li hevdan

10:50 - 22 Îlon 2019

Kurdistanmedia: Li ser riya Urmiye û Selmasê, bûyera hevdana serhew çêbû û gelek  xisar bi dû xwe de bi cî hêla.

Roja şemiyê hêzên rejîmê li nêzîk padgana Quçiyê, agir berdane çiyayên nêzîk riya serekî ya dinavbera Urmiyê û Selmasê, bi hegera bayeke tund, agir berfireh bû, û gehişte deşta qiraxa rê.

Bi sedema dûkel û dûmaneke zaf asta dîtinê nema û bi wê hegerê dehan maşînan xwe ji hev dan, yan li rê derkevtin.

Bi hegera wê agir xistina ji aliyê hêzên rejîmê, û qewimîna wan bûyeran, dehan kes birîndar bûn û xisareke zafe abûrî gihîşte xelkê.