Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li festîvala fîlma Dihokê de derhênerekî Sine xelata Gote wergirt

20:27 - 23 Çirriya pêşîn 2013

Kurdistanmedia: Celal Seîd Penah, fîlmsazê Kurdî xelkê bajarê Sine xelata Gote ya festîvala navdewletî a fîlma Dihokê wergirt.


Li gor rapora malpera Kurdistanmedia’ê, kurte fîlma “Reş û Sipî” ji derhêneriya “Celal Seîd Penah” xelata navdewlatiya avedana “Goteya Amanî” bi destanî.
Ew xelata navdewletî bo baştirîn derhênerên kurte fîlm li gera 2’emîn festîvala navdewlatiya fîlam Dihokê li Herêma Kurdistanê hat hilbijartin.
Kurte fîlma “Reş û Sipî” ji nûtirîn berhemên vî derhênerê Kurdî ye.
2’emîn gera festîvala navdewlatiya fîlma Dihokê bi amadebûna hejmarek derhênerên welatên cûrbacûr li beşa rêkaberî û narikaberiyan li hola kongireya zanîngeha Dihokê li Herêma Kurdistanê birêve çû.