Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Hemedanê mamostayan meşeke nerazîbûnê bi rê ve birin

11:39 - 14 Kanûna pêşîn 2018

Kurdistanmedia:  Li Hemedanê mamostayan li dijî karên Saziya Deng û Reng a rejîmê meşek bi rê ve birin.

Hindek mamostayên nerazî li hemberî karên Saziya Deng û Reng ya rejîma Îranê de dest bi meşeke nerazîbûnê kirin, û ragehandin ku ew saziya daxwazên heqxwazane ên ferhengiyan tu carî belav nekiriye.

Dersxwanan jî piştgirya mamostayan kirin. Mamostayan di meşa xwe ya nerazîbûnê de, pilakardên ku bilind kiribûn li ser hatibûn nivîsandin: Sansora rastiyan di Saziya Deng û Reng de, Têkdana rûçikê mamostayan, Deng û Reng bi encamdana piropagendeyên berfireh di xizmeta navendên perwerdehiya mafyayî de.

Mamostayên nerazî li Hemedanê ji saziya Deng û Reng daxwaz kirin, da ku kêşeyên mamostayan bas bikin, û bas ji êşên mamostayan,  dersxwanan û çalakên pîşeyî ên girtî bikin. Di vê meşê de hejmareke zaf ji mamaostayan beşdar bûn.

Berî niha jî, dewra duyem ya gireva mamostayan di rojên 22 û 23`ê Xezelwerê bi bangewaza Şêvra Hevahengiya Damezraweyên Pîşeyî ên Ferhengiyên Îranê, di bajarên cur bi cur ên welat de bi rê ve çû, ku di encamê de, hêzên ewlekariyê 14 kes ji mamosta û çalakên pîşeyî  di parêzgehên Xurasana Bakur, Fars, Merkezî, Kurdistan, û Xûzistanê destbiser kirin.