Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li mala moreyekî rejîmê dizî hate kirin

11:12 - 30 Îlon 2019

Kurdistanmedia: Tê gotin ku li mala moreyekî Meclîsa Îslamî a rejîmê, nêzîkî 400 milyon Tumen û 250 hezar Euroyan hatine dizîn.

Li gor nûçeya ku ajansa girêdayî rejîmê a bi navê ÎSNA belav kiriye, Mihemed Cewad Cemalî berdevkê çavdêrên reftara nûnerên rejîmê tekezê dike ku li mala nûnerekî parêzgeha Ormiyê nêzîkî 400 milyon Tumen û 250 hezar Euroyan hatine dizîn ku dike nêzîkî 3 heya 4 milyard Tumenan.

Cemalî ragirtina wan pereyan di malên berpirsan de weke tiştekî normal binav dike û dibêje ew dikarin tenê pereyên firotina apartimanekê li navçeyên jorîn û ên zengînan li Tehranê bin.

Li gor zanyariyan, ew kesê ku li mala wî dizî hatiye kirin, Teqî Kebîrî moreyê rejîmê û nûnerê bajarê Xoyê ye ku bixwe endamê rêveberiya komîsyona aboriyê a Meclîsa Îslamî a rejîmê û herewisa endamê firaksyona nûnerên Welayî ye.

Ragirtina ewqas pere li mala berpirs û moreyên rejîmê, rastiya çaqaxa pereyan li vî welatî nîşan dide ku weke sipîkirina pereyan û gendeliyê tên binavkirin û di rastî de qezenca wan jî hemû ji bo wan berpirsên rejîmê ye.

Di demekê de ku xelkê Îranê di rewşeke dijwar a aboriyê de derbasiya jiyanê dikin, lê kesên weke Teqî Kebîrî, bi milyardan pereyên xelkê û ji milkên giştî didizin û berpirsên din jî, hemû wan kiryaran weke tiştekî normal binav dikin.

Kebîrî beriya niha daxwaz kiribû ku parêzgehek bi navê Azerbaycana Sînorî bê avakirin ku vê pêşniyara wî hin nerazîtî li pey xwe ve anîbûn.