Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Silopiyê 3’ê jinên siyasetmedar ên Kurd hatine qetilkirin

22:02 - 6 Kanûna Paşîn 2016

Kurdistanmedia: Duh di demjimêrên êvarê hate zanîn ku her 3’ê jinên endamê meclîsa DBP, ango Sêvê Demir hevseroka meclîsa gel,Pakîze Nayir û çalakê KJA yê Fatma Uyar hatine qetilkirin, herwiha tê zanîn ku cenazeyê xortekê jî li wê derê hatiye dîtin lê nayê zanîn ku ev cenaze yê kê ye.

Li gor nûçeyên ku hatine belav kirin,her 3’ê cenaze derbazî morga nexweşxaneya dewletê kirine . Herwisa ji aliyekî din ve ,li Şirnixê navçeya Silopyayê de ev 24 roj in şer berdevam e, duh demjimêrên êvarê de di taxa “Karşiyaka” yê de leşkerên dewleta Tirk bi vesayêtên zirxî heyanî demeke dirêj gulle li ser taxê reşandin,di encama gulle reşandina dewleta Tirk de, 4 kesên din jiyana xwe ji dest dane, tê zanîn ku cenazeyê wan çar kesan derbazî nexweşxaneya dewletê kirine.

Her wiha tê payîn(zanîn) ku li Şirnêxê taxa “Dîcleyê” de leşkerên dewleta Tirk xelkê wê deverê xistiye nav dorpêçê de û bi awayekî rasterast gulle li gel reşandine. Di encama gullereşandina leşkerên Tirk de 2 kesên din yên sivîl jiyana xwe ji dest dane.

Herwiha tê zanîn ku dewleta Tirk destûrê nade ku nûçegihan derbazî cihê bûyerê bibin heman demî de dewleta Tirk destûr nade ku gel cenazeyan werbigir,şer û pevçûn hîn jî berdevame û xelkê Kurdstana Bakur heyanî niha di warê madî de xisareke mezin dîtiye û qedexeyên li ser gel jiyana welatiyên Kurdistana Bakur pir dijvar kiriye.