Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Tehranê rejîmê pêşangeheke bêrîzîkirinê lidar xistiye

18:04 - 2 Gulan 2019

Kurdistanmedia: Rejîma Îranê, bi navê pêşangeha navdewletî ya pirtûkan li Tehranê, pêşangeyeke bêrêzîkirinê lidarxistiye.

Rejîma Îslamî ya Îranê, di heyama rojên derbazbûyî de, li bajarê Tehranê, paytexta hikûmeta dîktatoriya xwe, pêşangehek bi navê pêşngeha navdewletî ya pirtûkan bo pirtûkên rewşenbîr, nivîser, xwedîbehre û xwedîpênûs yên Îranê  lidarxistiye ku, di rastiyê de, pêşnageheke bêrêzîkirin bi hemû netewe, ayîn, netewetên kêm, bîr û raman yên cuda yên van welatan heta yên derdora welatan jî bûye.

Rejîm li ser navê vê pêşangeha pirtûkan, wekî tirîbûneke nû bo stratîjî û siyasetên xwe û bo xapandina bîr û ramana giştî li çewtekariyan mifahê vergirtiye, ne bo xizmetkirin û nîşandana asta hizr û pêgihiştina civaka Îranê.

Rêberên ku di vê pêşangehê de bêrêzî pê hatine kirin, lidijî zilm û dirindebûna rejîm û pêşangên neteweyên xwe bûne û navûdengeke cîhanî jî hebûne.

Rejîm di vê pêşangehê de, herwisa bêrêzî bi kêmaniyên ayînî yên li Îranê yên wekî: Yarsan, zerdeştî û cihûyan û … hwd kiriye.

Her di vê pêwendiyê de, berpirsên Îsra`îlê nerazîbûna xwe li hemberî bêrêziyên rejîma Îranê yên derheq ayîna cihûyên wî welatî û yên cîhanê nîşan daye, û Berdevkê serokwezîrê Îsra`îlê, li ser rûpela “twittera” xwe nivîsiye ku: Li pêşangeha pirtûkan ya Tehranê deha pirtûkên bêrêzîkirin bi cihûyan û dijberiya cihûyan danîne.

Her di vê pêwendiyê de, malpera “Kurdistanmedia”yê, di heyama çend rojên derbazbûyî de, di raportekê de ragehandiye ku, di navgîna 32.mîn dewra pêşangeha Pirtûkan ya Tehranê de, karbidestên dîktator û  cinayekarên Tehranê li binêreke wêneya “Dr. Qasimlo” xemlandibûn, careke din tirsa xwe li hemberî Rasana Rojhilat û xebata PDKÎ nîşandane û piştî derbazbûna 30 salan li ser terorkirina rêberê karîzma yê neteweya Kurd şehîd “Dr.Qasimlo” ku bi destê terorîstên wan ên dêv û hov hate terorkirin., heya niha li bîr û hizra wî ditirsin û destbi bêrêzîkirina bi wî rêberê Kurd kirine.