Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Lubnan rojên nearam derbaz dike

16:18 - 10 Çirriya paşîn 2017

Kurdistanmedia: Piştî vê ku serokwezîrê Lubnanê li dijî destêwerdanên rejîma Îranê dev ji karê xwe berde, çend welatên Erebî jî daxwaz ji hemwelatiyên xwe kirin ku Lubnanê bi cih bihêlin.

Wezareta Karê Derve yê Erebistanê bi weşandina daxûyaniyekê daxwaz ji hemwelatiyên xwe ên rêvî û ên akinciyê Lubnanê kir ku bilez ji Lubnanê derkevin.

Wezareta Karê Derve ya Kowêytê, Îmarat û Behrêynê jî her bi vî rengî daxwaz ji hemwelatiyên xwe kirine ku bilez Lubnanê bi cih bihêlin.

Se`id Herîrî roja 4ê Novemberê bû ku dev ji kar berdana xwe ragehand, û di axavtineke televîzyonî de ku ji riya ragehandinên Lubnanê ve belav bû, got ku her ciyek, ku piyê Îranê bigihîjê, wêranî û fitne û bedextî rû li wir dike.

Wî herwisa bas ji vê kir ku mixabin hinek kesan di Lubnanê de, wisa destên xwe danîne nava destê Îranê de, ku rewşa welatê me di nava here û cîhanê de gellekî aloz û tevlîhev kirine.

Wî ew yek jî neveşart ku rewşa niha ya Lubnanê wekî rewşa berî terora bavê wî ye.

Herîrî bi eşkere got ku rejîma Îranê û Hizbullahê karekî weha kirine ku birêvebirina welat gellekî bizehmet bûye.

Niha ku piştî dev ji kar berdana serokwezîrê Lubnanê û destêwerdanên rejîma Îranê ne tenê di Lubnanê de, belku di hemû navçeyê de, çend welat hevdem hemwelatiyên xwe hişyar dikin ku dibe bilez Lubnanê bi cih bihêlin, li gora çavdêrên siyasî, renge guhertinên kûr di herêmê de, di demeke zû de rû bidin.