Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Luristan, piştî derbasbûna 5 mehan di ser hatina lehiyê de her wekî xwe ye

11:44 - 4 Îlon 2019

Kurdistanmedia: Piştî 156 roj ji ser hatina lehî a parêzgeha Luristanê re derbas dibe, zirar berketiyên lehiyê rojên tal derbas dikin û nigeranê hatina baraneke dinin.

Piştî derbasbûna 5 meh li ser hatina lehiyê li parêzgehgê Luristanê, rejîma Îranê hêşta tu pêngavek bo avakirina avahiyên zirarberketiyên lehiyê neavêtiy e.

Di bajarê Polduxter a parêzgeha Luristanê de, ku xelkê wî bajarî bi giştî rastî ziraran hatin, bi awayekî ku di dema rabûna lehiyê de, gelek avahî di bin lehiyê de bat bibûn, lê heya niha nav bajar her wekî xwe ye û berpirsên rejîmê jî ti hewlekê bo avedaniya bajar nakin.

Ji aliyek din ve ku karê piraniya xelkên wî deverê, çandiye, û wan di rabûna lehiya îsal de, hemû berhemên çandiyên xwe ji dest dan, lê piştî derbasbûna 5 meh di ser wê bûyerê de, heya niha zirarên wan ji aliyê rejîmê ve nehatine qerebûkirin.

Serokê "Bonyadê Mesken" (Binyata Avahiyan) ê rejîmê, di serdana xwe a çend roj berî niha di parêzgeha Luristanê de, soz ji welatiyan re dabû ku, “dê Luristanê li berê, xweştir û avadantir bik e”.

Disan wekî hertimî berpirsên rejîmê, soz û qewlên direw didin û ti xizmetgizariyekê jî, bo xelkên belengaz ên zirarberketî cîbicî nakin.