Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Lûtkeya germahiyê

13:51 - 7 Tebax 2019

Kerîm Perwîzî

15-ê Gelawêjê li gora hesaba hejmarê, dibe nîveka havînê, û li gor stêrknasiya Kurdî dema derketina stêrka Gelawêjê ye ku germahiya havînê di lûtkeya xwe de ye, û piştre êdî ber bi hênikatiyê ve diçe.

Germahiya xwezayê di dîroka siyasî ya Kurd de berevajiyê germahiya siyasetê bûye. Rast wekî tu bêjî ka çiyayeke bilind eksê wê ketibe nava deryayeke rex çiya. Lûtkeya çiya di nava avê de xala herî kûr e, û daketina ji çiya, û vajmaniya wê (zayeleya wê, în`ikasa wê) di nava avê de hilkişiyan e ber bi bilindahiyê!.

Sala 1324-an a Rojî di dema daketina germaya havînê de, siyaseta Kurdistanê ber bi jor hilkişiya, û di 25-ê Gelawêjê de Pêşewayê Kurd PDKÎ ava kir, û her çi germahiya xwezayê kêmtir dibû, germahiya siyaseta Kurdistanê zortir û zortir difûra û kel diçû, û çalakiyên PDKÎ zêdetir dibûn, û di mehên dawiyê de, Hêza Pêşmerge ava kir, û dawî şûnwarê leşkerî li Mehabadê de ji nav bir. Rast 159 rojan piştî avakirina PDKÎ û şeş mehan piştî lûtkeya germahiya havînê  di lûtkeya sermaya xwezayê de germahiya siyasetê a Kurdistanê gihîşte lûtkeya xwe û Komara Kurdistanê hate avakirin.    

Em di sala 1398-an de ne, û 15-ê Gelawêjê hat û germahiya xwezayê gihîşte lûtkeyê, û ji niha şûnda berew serê hildikşe. Hêma û nîşanên siyasetê li Îranê û li Kurdistanê de dibêjne me ku berevajiyê rewta germahiya xwezayê, germahiya siyasetê rû li hilkişanê ye.

Komara Îslamiya Îranê dixwaze ku sifrên li ser pere rake, ku ew yek nîşaneya hebûna kirîzeke kûr ya aborî ye, û her bîstekê egera teqîna vê kirîzê heye, her di navçe û cîhanê de jî, hêdî-hêdî kêşe û astengiyên Komara Îslamî zêdetir dibin, û di warê nizamî de jî wê tengav dikin, û di biyavê siyasî û dîplomasî de jî kom û civînên siyasî ên zêdetir digre, û hevpêwendiyeke zêdetir li dijî rejîma Tehranê pêk tîne.

Di asta nava Îranê de jî Komara Îslamî mijûlî germkirina bazara bi nav hilbijartina meclisê ye û hemû mohreyên xwe xistine ger da ku hilbijartineke germûgurr jê re bigrin, û rewayiyeke nerewa jê re dest bixin.

Lê vê carê renge ew hilbijartin bi vî awayî ku Komara Îslamî dixwaze jê re neçe serî, belku germaya wê gellek ji vê hindê bitêhntir e ku bixwe hizr dike.

Renge xelk Îranê ew qas tûre bin ji rejîma Îranê, ku ne tenê di hilbijartinê de beşdar nebin, belku kom û civînên hilbijartinê jî bibin hêcet û destpêkek bona birêvebirina meşan û serhildana sertaserî di Îranê de. Renge heta negihîje hilbijartinê jî!

Ew çend mehên bê, kirîzên di Îranê de wê kûrtir bin û digel daketina germahiya xwezayê, siyaset di Îranê de germtir dibe, gelo lûtkeya sermaya xwezayê wê bibe goristana hertimî a Komara Îslamî?