Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mahwareyên esmanî yên Îranê wê bên qutkirin

12:46 - 10 Hezîran 2019

Kurdistanmedia: Kompaniyayên mahwarî yên Erebî derheq qutkirina kanalên esmanî yên rejîma Îranê lihevkirinek pêk anîne.

Roja Yekşemî 9`ê Hezîrana 2019`an, rojnameya “Meke” ku li gorî çavkaniyeke agehdar nivîsiye: Kompaniyayên mahwareyî yên Erebî bihevre rêkevtine ku, hemû lihevkirinekê di gel kanalên televîzyonî û medyayî ên Îranê, yên li deverê bidin qutkirin.

Herwisa li gorî wê rojnameyê, ew lihevkirina di demekê de hatiye gorê ku, di heyama çend rojên borî de, rêberên welatên Erebî di civînekê de li bajarê “Meke” derheq kiryarên terorîstî yên rejîma Îranê civiya bûn, û di vê civînê de dabûne zanîn ku, hemû kanalên rejîma Îran û herwisa ew kanalên ku rejîma Îranê piştevaniya malî ji wan  dike bên qutkirin, û herwisa jêbirkirina 3`ê ji wan kanalên Îranê yên ku li rêya mahwareya “Nilesat” ya welatê Misrê weşanê dikin, gihîştine bi vê lihevkirinê da ku wan bidin qutkirin.

Rojnama “Meke” li gorî çavkaniyeke agehdar di berdewamiyê de wiha nivîsiye: Ew kiryarên welatên Erebî bo rûbirûbûna li hemberî êrîşên derûnî yên rejîma Îranê dane zanîn û got: Pêşîgirtin ji belavokên kanalên mahwareyî yên rejîma Îranê, derheq parastina yekbûiya welatên Erebiy e.