Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Malbatên Îranê pileya yekem ya azardana zarokan heye

18:38 - 12 Hezîran 2019

Kurdistanmedia: Asta azar û eziyetkirina zarokan di nav malbatên Îranê de, ji hemû tunditîjiyên  malbatî bilinditire.

Serokê navenda Hawar hatinê ya civaka saziya Bêhzîstî a rêjîma Îranê ragihandiye: Li gorî amar û zanyariyan, di nav girûpên tunditêjiyên malbatî de, azardana zarokan,di  Îran pileya de yekem û hevjîn azarî jî li pileya duyem deye.

Navbirî bi îşarekirina bi asta bilind ya azardana zarokan di nav malbatên Îranê de got: Îran li azardana zarokan û kesên kal û kêm endam de jî li pileya sêyem û çarim a tunditîjiyan cih girtiye.

Tunditîjiya malbatî, bi awayên coda hatine binav kirin û pêka asta tunditîjiyê û cura tunditîjiyê, bi rewşên cuda ji hev hatine par vekirinê ku: Azardana zarokan û azardana hevjîn, curên berpanên tunditîjiyanin di Îranê de.

Pêka rapora UNCEF, û herwisa ew saziyên ku, piştgirî û tekezî li ser mafên zarokan dikin, ew anîne berçav ku bi rewşek gellek metirsîdar, hejmara zarokên dibin goriyê hemû curên azardana zarokan, di cîhanê de bi taybet di welatên paremayî de bi awayekî zef zêde dibe.

Tunditîjî tenê ev yek nine ku şûnpê li ser cendek bêhle, yan, ev ku bê dîtin, belkû tunditîjî zêdey deman, derûnî û cinsî û bi rewşên mîna: Gefxwarin, sivikatîkirin û hemû reftar-exlaqên xirab tên encam dan.