Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Malvêraniya ku madeyên hişber di Îranê de bi duh xwe ve dihêlin

12:50 - 22 Tebax 2019

Kurdistanmedia: Ji her 100 kesên ku di cîhanê de bi hegera madeyên hişber canê xwe ji dest didin, 8 ji wan Îranî ne.

Li Kongira Navdewletî a jêvekolîna zanistî di derheq xisarên madeyên hişber de, ew amara hate piştrastkirin ku di Îranê de rojê 10 kes bi hegera madeyên hişber canê xwe ji dest didin.

Salane 450 hezar kes di cîhanê de bi wê hegerê canê xwe ji dest didin, ku 36 hezar kes Îranî ne.

Herwisa di wê kongirê de, ew amara jî hate pişrastkirin ku, temenê ku rastî madeyên hişber hatine, gihîştiye temen 12 salî ku, temenê qutabiyên qonaxa navendî ye.

Bikaranîna wan madeyê malvêranker di nava Îranê de wiha ye: Tiryak %67 di pila yekim de ye, Heşîş, Gul û Marîcwana di pila duyem de %12 ye, şîşe %8, hiroyîn jî %7 ye.

Gelek caran berpirsê rejîmê bixwe ew rastiye anîne ziman, yek ji endamê meclisa rejîmê bi navê Resul Xizrî goti ye ku: Îran li warê bikaranîna madeyê hişber, di cîhanê de, di pila yekim de ye.