Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mamosta Hesen Şêweselî spasnameyek belav kir

13:16 - 7 Kanûna pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Endamê rêbertiya PDKÎ û têkoşerê naskirî ê Kurdistanê, rêzdar Mamosta Hesen Şêweselî derheq diyarîkirina roja 16`ê Sermawezê wekî roja Kêmendamên PDKÎ spasnameyek belav kir.

Têkoşerê mêjîn û naskirî ê Kurdistanê Mela Hesen Şêweselî di peyamekê de, rû li xelkê kurdistanê, û kadr û pêşmergeyên Kurdistanê, kêmendamên Kurdistanê, û endam û alîgirên hizbê, spasiya xwe bi boneya diyarîkirina 16`ê Sermawezê, wekî roja kêmendamên PDKÎ ji aliyê Navenda Siyasî ve belav kir.

Navbirî di vê peyama xwe de, tevî gengeşekirina girîngiya naveroka biryareke bi vî rengî, bas ji vê kir ku ew daxuyaniya Navenda Siyasî şêweyek ji bezandina sansorê ye, bi vê wateyê ku paş zalbûna şêweyek ji edebiyata arîstokiratîk bi ser hizbê de, ew şêweya ji pêngavhilgirtin û edebiyatê nîşan dide, ku hizb cureyek ji metoda nû ji xebtê girtiye pêş, ku rewta vegeşîna ferhengî pêve xuya ye.

Di beşeke din ya peyama xwe de, tevî rêzgirtin ji hizbê derheq vî karê buhadar navbirî ragehand:

Diyarîkirina vê rojê, xaleke cewherî tê de bû, jiber ku dibe ku em gellek bi girîngî ve ji vê pirsê binêrin, ku ew jî eva bû, ku bexşîna nasnameyeke nû bi kêmendaman bû, ku di warê derûnî de, rew ewşa nebaş ku bi ser derûna kêmendaman de hebû, şikand.

Em hemû aliyekî agehdar dikin, ku deqa tewaw ya peyama rêzdar Mamosta Hesen Şêweselî paşê emê biweşînin.