Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mamostayekî ayînî ê bajarê “Bane” hate destbiserkirin

16:43 - 3 Kanûna pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Mamostayekî ayînî xelkê bajarê “Bane” ji aliyê Hêzên Îtila`ata Rejîma Îranê ve hat desbiserkirin, navbirî piştî destbiserkirinê veguhastin bo girtîgeha Îtila`ata wî bajarî.

Roja Yekşemî 11-ê Sermawezê, “Mamosta Ebdulbaqî Se`îdî” pêşniwêjê pêştir ê mizgefta “Terxanawa”ya Bane ji aliyê Hêza Îtila`atê ve hate destbiserkirin, û piştre veguhastin bo girtîgeha Îdareya Îtila`ata bajarê Bane.

Ev mamostayê ayînî di niwêja Îne de, roja 9-ê Sermaweza 1397-an, derheq kuştina kolberên Kurd nerizayetî derbirî, û gazinde li siyasetên rejîma Îranê kir.

“Mamosta Ebdulbaqî Se`îdî” pêştir jî bi sdema gilî û gazindekirin li siyasetên rejîma Îranê ji pêşniwêjiya  mizgefta “Terxanawa” hatibû vêdebirin.

Bi gotina çend çavkaniyeke haydar, navbirî niha di girtigeha Îdara Îtila`ata bajarê Bane de ye, û heya niha çi zaniyariyek li ser rewşa wî Mamostayî li ber dest de nine.