Kurdistanmedia: Mamosta “Tahîr Yarweysî”, ji hûnermendên mezin ê Tembûrvan yê Dalahoyê, di temenê 79 saliyê de koça dawiyê kir.
“Tahîr Yarweysî”, mamosteyekî bê mînak yê binavûdengê mûsîqaya meqamî û oliya tembûr ê xelkê bajarê Dalho a girêdayî parêzgeha Kirmaşanê, roja Sêşemî 25`ê Pûşperê, li nexweşxaneya Bîsitun çû ber dilovaniya xwe.
Ew hûnermendî Kurd di warê lêdana tembûrê de gihîştibû astekê ku di wê warê de binavûdengên cîhanê dihate hesabkirin û heya dema dawiya jiyana xwe, li warê hûnera Kurdî û mûzîka Meqamî ya Yarsan, çalakî hebû.
Hûnermendî Yarsanî, “Tahîr Yarweysî”, di warê hûnera Kurdî de, xizmetek zaf kiriye û bi stran û saza xwe, qutabxana mûzîka Kurdî xemilandiye û tevî hindê hejmarek zaf qutabî hînê lêdana tembûrê kiriye, û di dehan festîvalên hûnerî yên cîhanê de beşdarî kiriye û bi sedan berhemên wî hene.
Tahîr Yarweysî, hûnermendekî emegdar, diloj û nîştimanperwer bû ku rêzek taybetî li devera Goran û parêzgeha Kirmaşanê û bi giştî di Kurdistanê de hebû û karî di doma xebata hûneriya xwe de, zêdetir ji 70 Meqamên resen ên Kurdî ku di 700 salên derbasbûyî de hebûne, sing bi sing veguhaze bo nivşa nû û pêşî ji navçûna wan bigire.