Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mamostayên Olî piştewaniyê ji Rojavaya Kurdistanê dikin

16:29 - 11 Çirriya pêşîn 2019

Kurditanmedia: Yêkitiya Mamostayên Olî ên bajarên Merîwan û Heweramanê, di hemberî êrişa Artêşa Tirkiyê bo ser Kurdên Rojava, daxuyaniyek belav kirin û êrişa Artêşa Tirkiyê şermezar kirine û piştewaniya xwe bo Rojavaya Kurdistanê ragihandin.

Parek ji vê daxûyaniyê de hatiye:

Ew gelê ku bo dîrokê dijî, bi xwîna xwe mirovatiyê dinivîse

Ew gelê ku pêş mirinê bikeve, sed caran bikeve, dê dîsan rabe.

Gelê xweragirê Kurd bi dirêjiya xebata Netewî, bi sedan ixanetî dîtine.

vê carê jî li Rojavaya roja xebatê de, bi dijî netewa Kurd, hizra gemara Da`eşê têk şikand, lê tarî perestan, çavê wan pê ba negirt serketina gelê kurd bibînin û dîsan êriş kirne ser.

Di dawiya daxûyaniya Mamostayên Olî  de hatiye: Em wek Yêkitiya Mamostayên Olî ên bajarên Merêwan û Hewramanê, bi dilekî pir ji keser bo vê rewşa nexwşe Rojava, xwe bi serbilind nawa dîrokê de dibînin û her dem xwe bi serkeftiyê wê meydanê dizanin, tevî hindê ku zulim ser wî gelî de rewa hatiye dîtinê, em nerewa dibînin û şermezar dikin.