Kurdistanmedia: bi hiketfa 25`ê Gelawêjê, salvegera avabûna PDKÎ, Mamoste û xwendekarên zanîngeha Kurdistanê, peyama pîrozbahiyê belavkirin.
Peyam wiha ye:
Em wekî parek li mamoste û dersxwanên zanîngehên bajarên “Şino, Pîreanşar, Serdeşt, Neqede û Mihabadê, bi hilkefta salvegera avabûna Hizba Xweşewîsta me, pîrozbahî li tev azadîxwazên cîhan û gelê mafxwaz ê Kurd dikin û hêvîdarin Hizba me wekî hertimî Alahilgirê xebata neteweyî be û heya serkevtinê xurtir li berê be û bi hesteke zêde dawî bi temenê zordarên ku li ser axa pîroz a Kurdistanê ne bîne.
Di yekem roja avabûna Hizba me de, geleg alugorên bingehî di Kurdistan, Îran, dever û cîhanê de hatiye arayê, lê dibe li ser 3 qonaxên girîn tekezê bikin.
1-Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li ser bingeha Jêkaf û çend meh piştre ji dayîk bûna yekemin komara Kurdistanê li ser destê Hizbê avabûn.
2-Serketina Şoreşa gelên Îranê û dest bi serda girtin ji aliyê Axûndên totalîtare ve û bi bombest gihîştina xebata siyasî û bi serde sepandina şereke malwêranî ji aliyê Axûndên kevneperst ve û biryara berevanî ji aliyê Hizbê ve, ku heya niha jî dom heye.
3-Serhildana xebata siyasî, kiltûrî, wêjeyî û leşkeriya çen alî li jêr navê “Rasan” ku xortên wî, biryar dane tac û texta sîstema zordarî li Kurdistana Rojhilatê têkbişkînin û dawî bi temenê dîktator û zordariyê bîn in. Rasan bi girêdana çiya û bajar dixwaze wê hûrde valehiyê pir bike ku pêka ezmûna çendîn dehikan, bi xebat û tekoşanê pê gihîştiye, Rasana vê carê tirs xistiye di nav dilê dujminan de û em alxayînin ku destpêka serketina me dibe.
Silav li Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê.
74`emîn salvegera avabûna Hizba hezkiriya me pîroz be.
Silav li şehîdên Hizba me, nemaze şehîdên Rasanê.
Serkeve xebata netewayetî a gelê me bi rêberayetiya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê.
Kavil be rejîma kevneperest a komara Îslamî.