Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mangirtina girtiyekî siyasî yê Kurd 19 roj bi dû xwe hişt

22:03 - 17 Hezîran 2015

Kurdistan Media: Girevabirçîbûnê a Elî Resûlî, zindaniyê siyasî ê Kurd li girtîgeha Mehabadê, bê bersiv maye û berpirsên girtîgehê bi xwemsarî derheq wê pirsê tevdigerin.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media, girevabirçî bûna Elî Resolî, girtiyê siyasî ê Kurd, îro çarşemiyê 16`ê Hezîrana 2015`an, bi bêy bersivdana berpirsan û balnedan bi karên vî , 19e roj bi ser de dice.

Elî Resûlî di nerazîbûna derheq pêrenegihîştina pizîşkî, roja şemiyê 30`ê gulana 2015`an, dest bi gireva birçîbûnê kiribû û serbarê bersiv nedana berpirsên girtîgeha Mehabadê, bi dûre neçûna karên wî, roja sêşemiya borî 19`ê Hezîranê ji bo odeya takekesî hatiye veguheztin.

Ev girtiyê siyasî ê Kurd paş, qebûlnekirina daxwazên wî ji aliyê berpirsên girtîgeha Mehabadê, li hemberê kutay dan bi girevabirçîbûnê ji bo odeyên takekesî veguhestine û li roja pênçşemiyê 11`ê Hezîrana 2015`an, dest bi mangirtinê kiriye.

Rêxistina Mafên Mirovan li Kurdistanê di raportekî de bas ji zêdebûna nîgeraniyan derheq rewşa fizîkî a Elî Resulî dikin ku roj bi roj rewşa tenduristî a wî girtî yê siyasî ê Kurd ber bi xirabûnê ve diçe.

Elî Resûlî di destpêka meha Çiriya pêşîn a 2011`an, bi tawana belavkirina terakêtan, di roja cîhanî ya zimanê Daykê de beşdarî li xwenîşandana zarokên Şînavê ji aliyê hêzên ewlekarî yên rejîma Îranê li bajarê Mehabadê hatibû binçavkirin.

Resûlî di dadgeha Şoreş a Mehabadê de bi tawana “hewildan li dijî tenahî ya netewî” cezayê 3`ê sal hepsê bi serde hatibû sepandin.Paşan li Meha Adara 2013`an, di dadgeha Şoreşa bajarê Serdeştê de jî Elî Resûlî bi tawana “Çûna derve ya neyasayî li sînor” 91 roj cezaya hepsê biser de hatibû sepandin.

Ev girtiyê Kurd tevî hebûna nexweşiya Asmê û hebûna nexweşî ya Tumorê azar dikêşe. Ew paş binçavkirinê ji aliyê hêzên ewlekarî yên rejîmê, ji ber pêrenegihîştina pizişkî bê hiş bibû.

Elî Resûlî pêştir jî du cara bi armanca nerazîbûn derheqê pêrenegihîştina pizişkî, ketibû gireva birçîbûnê.

Ew girtiyê siyasî ê Kurd, Çiriya Paşîn di sala borî di heyama 49 rojan li girtîgeha navendî a Urmiyê dest bi girevabirçîbûnê kirbû, paş bersiv dana berpisên girtîgehê li hember qebulkirina daxwazên wî, dawî bi grievê anîbû.