Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mangirtina Mamostayên nerazî berdewam dike

12:40 - 14 Çirriya paşîn 2018

Kurdistanmedia: Xwandingehên gelek bajar û gundên Kurdistan û Îranê, îro jî her weke rojên derbazbûyî şahidê mangirtinên yekgirtî ên Mamostayên nerazî bûn.

Îro Çarşemî rêkefta 23-ê Xezelwerê her wekî rojên derbazbûyî mamostayên beşeke berçav ji xwandingehan li bajarên Kurdistanê di polan de amade nebûn, û daxwazên xwe yên sinfî bo carekî dinê jî ragehandin.

Daxwaza sereke ya mostayên ku man girtine wiha ne: Aazadkirina hevkarên wan yên ku hatine dest biserkirin, dawîanîn bi pirojeya Mamostayên tewaw wext, fêrkariya dadperwerane, û bi koalîteyeke baş, cîbicîkirina maddeya 15 û 30 di yasaya bingeh, îşarekirin bi dema fêrkariyê di nav xwandingehê de û nehêlana ferq û cûdahiyê, dawîanîn bi pirojeya perwendesazî ji bo Mamosta û serkutkirina wan, û herwisa giringîdaneke micid bi rewşa jiyana mamostayan.

Eva duyem car e ku mangirtineke bi vî awayî bi rê ve diçe. Gera yekem a mangirtinên Mamostayan, di meha derbazbûyî de û di rojên 22 û 23-ê Rezberê bi rê ve çû, ku wê demê jî mamostayên Kurdistanê her pêşeng bûn, û heta piştî dawîhatina mangirtinê, çendîn kes ji wan kesên ku di mangirtinê de beşdar bûn, ji aliyê Navenda Emniyetî ve hatin gazîkirin, û lêpirsîn ji wan kirin, wekî mînak yek ji wan kesane, gazîkirin û girtina “Mamosta Salih Şekerî” mamostayê xwandingeha bajarê Seqizê bû, ku piştre bi awayekî demkî, û bi danîna wesîqê hat azadkirin.

Pêka dawî zaniyariyan, birêveçûna mangirtina îro serbarê zext û givaşa polîs û tirsandin xelkê ji aliyê navendên emniyetî ên Rejîmê ve bûye. Lê mamosta bi bê guhdan bi gefên rejîmê li ser biryarên xwe ji bo birêvebirina mangirtina micid in, heta li hindek cihê Kurdistanê de mamostayên xanenişînkirî jî, ji bo piştevanî ji hevkarên xwe yên ku man girtine, ev jî tevî wan hatin rêza mangirtinê de.