Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mayik Pompêo: Demjimêr bo Îranê dawî pê tê

11:59 - 13 Tebax 2019

Kurdistanmedia: Wezîrê karûbarê derve ê Amerîkayê, li derheq dawî hatina moleta biryarnameya çek û teqemeniyên Îranê haydarî da.

Wezîrê karûbarê derve ê Amerîkayê “Mayik Pompêo”, roja 21`ê Gelawêjê, li ser rûpela xwe ya twitterê demjimêrek weşand û nivîsîbû, demjimêra moleta biryarnameya Saziya Navneteweyî li dijî çek û teqemenî û Qsim Silêmanî fermandê Spaha Qudis a terorîst dawî pê tê, em hevalbend û hevalên xwe agehdar dikin ku givaşan bixînine ser rejîma Îranê ku rejîm reftarên xwe yê terorîstî dawî pê bîne.

Demjimêra ku “Mayik Pompêo” di ser rûpela xwe ya twitterê weşandibû, mebest li 15 meh û 8 rojên din a bi dawî hatina moleta biryarnameya Saziya navneteweyî li dijî çek û teqemeniyên Îranê û herwisa dawî hatina qedexe kirina çûna Qasim Silêmanî berpirsê Spaha Qudis a terorîs bo derveyê welat bû.

Di biryarnameya 2231 a Şêvreya ewlehî a Saziya navneteweyî de hatiye ku, daxwaz ji hemû dewleta dike ku çekû teqemeniyên wekî: Tanikên şer, topxane, balafirên şer û…hwd, bi Îranê re nefiroşin.

Ew biryarnameye sala 2007`an li ser destê pênc welatên bihêzê cîhanê hatibû wajo kirin, û piştî wê ku Ajansa Navneteweyî a vizeya etomî, ku bernameya etomî ya Îranê aştîxwazane bide pejirandin yê li Oktubira 2020`an, dawî bi vê muleta biryarnamê bîne.