Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Me`imûriyeta navên deryayî bi serperestiya Amerîkayê di deverê de destpê kir

12:18 - 29 Tebax 2019

Kurdistanmedia: Me`imûriyeta navên deryayî a navneteweyî bi serperestiya Amerîkayê bi merema parastina ewlehiya geviya Hurmoz di kendavê de bi ri ve çû.

Pêka nûçeyên belavbûyî, roja Pêncşemî 7`ê Xermanana, me`imûriyeta 4 welatên wekî, Amerîka, Birîtaniya, Ustiraliya û Behrên, bi merema parastina ewelehiya hatûçûya gemiyên Ticarî û neftkêşî ên cîhanê di geviya Hurmozê de hate lidarxistin.

Wezîrê berevanî ê Amerîkayê “Marik Êspêr” roja Çarşemî, bi awayekî fermî me`imûriyeta misogerkirina ewlehiya geviya Hurmozê daye zanîn ku, me`imûriyeta navên deryayî ên navneteweyî ku Amerîka serperestiya wan dike dê bi ri ve biçe.

Navbirî gotiye ew opirasiyone du armancan ji xwe digre, yek ji bo ewlehiya gemiyên ticarî û neftkêşên cîhanî di wê kendavê de a duyem jî, pêşîgirtin ji her kiryareke terorîstî di deverê de.

Ew me`imûriyete bi wê sedemê birêve diçe ku, Spaha Pasdaran a terorîst çendîn caran gef ji daxistina geviya Hurmozê û destjiserdegirtina gemiyên neftkêş ên bîhanî xwaribû.