Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mekarin Şîrazî: Nabe jin bê hicab li Qumê de bigerin

12:36 - 3 Kanûna Paşîn 2019

Kurdistanmedia: Ayetullah Mekarim Şîrazî ragehandiye ku bajarê Qumê hestiyar e û nabe jin di vî bajarî de, bê hicab bigerin.

Ayetullah Mekarim Şîrazî wekî berpirsyarên din ên rejîma Îranê û wekî axûndên din, bona veşartina sedemên bêserûberî û kêşeyên civakî ku ew bixwe ne, bas ji vê dike ku hicab tenê pirseke şer`î nine, belku pirseke civakî ye jî, û neparastina hicabê ye ku dibe sedema bêserûberî û kêşeyên civakî di nav civakê de.

Li gor gotina vî axûnî, ku lêvegerê dînî (merce`ê teqlîd) ye jî, fesada exlaqî, têkçûna malbatan, pêwendiyên nerewa, bêserperestbûna zarokan, destbirina bo cinayetan, hemû vedigerin bo pirsa bêhicabiyê.

Navbirî bas ji vê nekir ku hekî tenê bêhicabî sedema serekî ya van hemû kêşeyên di nav civakan de ye, bes sedem çi ye ku di vê Îrana ku Hicab û xwedapoşîn biryara hikûmeta wan ya Îslamî ye, û bi rê ve diçe, asta hemû wan kêşeyên baskirî çend qat zêdetir e ji wan welatên ku tê de xwedapoşîn û hicab zorî nine, û her kes azad e di çawaniya xwedapoşîn yan xwedanepoşînê de.

Bêguman ew axavtinên ku bi salan e ew axûndane dikin, bona nîşandana tabloyekê ji welat, ku tê de bi parastina hicabê, civakek bêkêşe heye, serkevtî nebûne, û êdî xelk ji vê rastiyê tê gihîştine ku rayedarên rejîmê tenê armanca wan bêdeshilat û lawazkirina hemû takên civakê ye, bona ku bikarin berdewam bin li ser kursiyê deshilatê.