Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Merîwan peymana emegnasiyê nû dike

13:37 - 17 Tîrmeh (Temûz) 2019

Kurdistanmedia: Endam û alîgirên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li bajarê Merîwanê, bo carek din yada 22`ê Pûşoer bilind nirxandin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Duşemî 24`ê Pûşperê, endam û alîgirên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, li bajarê Merîwanê, bi encamdana çalakiyên berfireh ên banghêjî, bo carek din û di 30`mîn salvegera terora rêberê mezin ê gelê kurd de, yada wî rêberê bilîmet bilind nirxandin.

Endamên Hizbê di vê çalakiyê de, bi hildana alaya pîroz a Kurdistanê li cihên giştî û bi nivîsîna sloganên wekî: “Dr. Qasimlo rêbaze, bijî Qasimlo, Şehîd Qasimlo di rêbaza xwe de zîndîye, Şehîd nemire wekî çiya, û teror çeka faşîzmê ye, ew kiryarên dijî mirovî a terora Şehîd “Dr. Ebdurehman Qasimlo” şermezar kirin.

Ew cihên ku çalakiyê têde hatine lidarxistin wiha ne: “Cadeya Kemerbendî, Parka Şine, Dasêrana Qedîm û Gerek û Kolanên Mizgevta Hejare”

Hevdem digel wan çalakiyane de ragehandine ku, em bi wê karê han ku xwefiroşan alaya Kurdistanê li qirax parka “Şine” a wî bajarê anîne xwarê kebên xwe nîşan didin, û wî karê han kereke tirsinûk dizanin û me tev xwefiroşên wî karê naskirine û em jiwan xweş nabin.