Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Meşeke nerazîbûnê ji bo piştevanîkirin ji zîndaniyên siyasî û narizayetiyên navxwe yên Îranê, bi rê ve çû

20:03 - 29 Çirriya pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Di welatê Alman de, meşeke nerazîbûnê ji bo piştevanîkirin ji zînadniyên siyasî û narizayetiyên navxwe yên Îranê bi rê ve çû.

Roja Şemiyê 5`ê Xezelwera 1397`an, di bajarê “Hamborg” a Alman de, xwenîşandanek bi sedema piştevanî ji zîndaniyên siyasî û bixasimanî “Hîdayet Ebdullhapûr”zîndaniyê siyasî, ku bi îdamê hatibû mehkûmkirin, û herwisa piştevanî kirin ji mangirtinên Kurdistan û Îranê bi rê ve çû.

Di vê xwenîşandanê de ku bi hevpariya komîteya navçeya Bakûr a Hizba Demokrat li Alman û navenda piştevanîkirin ji xebata xelkê Îranê bi rê ve çû, peyama navendê ji aliyê “Hoşyar Ehmedî” endamê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ve hate xwandin.

Di peyama Hizba Demokrat de, cinayetên rejîma Terorîstî yên Komara Îslamî ya Îranê derheq bi gelê Kurd bi giştî û bixasimanî zîndaniyên siyasî û di nava wan de Hîdayet Ebdullahpûr,çalakvanên medenî û jîngehparêz, kuştina kolberên Kurd û êrîşa mûşekî bo ser Hizba Demokrat, kiryarên terorîstî û destêwerdan di nava karûbarên welatan, îşare pê hate kirin.