Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mi`aşê kedkarên bajarê Qoçanê nehatiye wale kirin

13:02 - 30 Tîrmeh (Temûz) 2019

Kurdistanmedia: Kedkarên para fezayê kesk a şaredariya bajarê Qoçanê bi sedeme walenekirina mi`aşên wan ê çend mehan, nerazîbûnên xwe nîşan dan.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Duşemî 7`ê Gelawêjê, kedkarên para fezayê kesik a bi navê (para taybet a Bînezîr Serayê Nesîm) demjimêr 11`ê sibêdehê, li ber deriyê avahiya şaredariya bajarê Qoçanê dest avitine bi xwenîşandan, û ji aliyê berpirsên rejîm û hêzên leşkerî ên întizamî ve hatine serkotkirin.

Nûçegihanê “Kurdistanmedia”yê di vê derheqê de daye zanîn ku, Ew kedkarane ji meha Xakelêweya îsal ve mi`aşên xwe vernegirtine, eve di halekê de ye ku, peymankarên para taybet a “Bînezîr Serayê Nesîm” rêkevtina dinavbera wan bi dawî hatiye û digel şaredariyê teswiye kirine, lê mixabin 4 mehin ku bi wan kedkaran re teswiye hisab nekirine.

Piştî xwenîşandana kedkaran li derheq mi`aşên xwe, jibo avahiya şaredariyê hatine birin û ji wan re sozdarî vergirtine ku carek din ew xwenîşandane dûbare nebe û hekî dûbare bibe, yê wan ji ser kar der bikin.