Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mijara hilbijartinên Meclisa Şêvra Îslamî a Îranê, di hevpeyvîna bi Rojnamevan Azad Kurdî re

20:46 - 24 Şibat 2016

Azad kurdî: “pirsa kurd û mafên kurdan bo rêjîma Xomeynî hêla sor e”.

H: Şehab Xalidî


Pirs: Gelo bi raya we hilbijartin di Îranê de demokrtaîk in?

Bersiv: Hilbijartin di hikûmetekê de demokratîk in ku sîstem û pêkhateyeke demokratîk hebe. Pîvanên demokratîk ên herî kêm weke azadiya gotin û ra derbirrînê, azadiya partiyên siyasî, hilbijartinên azad, azadiya çapemeniyê û .. hebin. Mixabin çi yek ji pîvanên demokratîk di çarçoveya rêjîma Îranê de xuya nabin heta mirov navê ghilbijartina rasteqîne û demokratîk li wan bike.

Xomeynî û hevbîrên wî her di rojên destpêka bidestve girtina desthilatê di sala 1979 (1357)an de bi eşkere gotin ku demokrasî li cem wan bêwate ye û peyv û têgiheke Rojavayî ye û dijî îslamî, heta niha jî ew ser wê şopê diçin. Yek ji mercên sereke yên hilbijartineke azad li gor pîvanên navneteweyî ev e ku hilbijartin azad bin, bi vê wateyê ku hemû takekes, grûp û partiyên siyasî bi rêbaz û ramanên cuda bikarin bi awayekî azad di hilbijartinan de berbijêr hebin, xwedî mafê azadiya gotin û raderbirrîn û herwiha pêkanîna civîn û mîtîngan bo gel bin. Herwiha mafê vê yekê hebin deng bidin wî/ê kesî/ê ku dixwazin azadane deng jê bidin, lê gelo çi yek ji van pîvanên sereke jî li Îranê tên berçavgirtin ?! Mixabin qet çi. Hemû kesên ku li Îranê bona hilbijartinan xwe berbijêr dikin, divê ji fîltera Konseya Parêzvana bên fîlterkirin, endamên wê Konseyê ku zêde Mele û kesayetiyên oldar in ji hêla Xamineyî tên destnîşankirin. Li gor çendîn pîvanên ku wan bo erêkirina kêrhatîbûna berbijêran diyarî kirine, kesek ku li gor îdeolojiyên wê rêjîma totalîtera şîe nebe û warî pê nebe, nikare mafê xwe berbijarkirinê bidestve bîne û mafê kandîdbûnê jê tê standin. Bi awayekê mirov dikare bêje, ji sedî 98 kesên xelkî û cihê baweriya gel di vê sîstemê de nayên erêkirin, tenê dibe wî/ê bawerî bi bingehên îdeolojîk ên vê rêjîmê hebe. Lewra proseya hilbijartinê li Îranê tişteke bêhemha û pirr ecêb e ligel hemû sîtemên cîhanê û bi tevahî ne demokratîk.

Pirs: Gelo bi bawriya we baykotkirina hilbijartina meclisê siyasiyane û lojîkane (mentiqî) ye, yan jî berevajî beşdarîkirina di vê hilbijartinê de?

Bersiv: Çi hêzeke siyasî bi daxwaza xwe proseyeke siyasî û hilbijartinan baykot nake, eva derbeke giran li proseya siyasî di welatekê de dide, lê kîjan prose û sîstem?!

Dema li Îranê hemû partiyên kurdî û yên din ne qanûnî hatine îlankirin û derfeta biçûktirîn beşdariyê û çalakiyê bi wan nayê dayîn û hemû xebatên wen nehênî ne û veşartî, dema çi pîvan û standardeke hilbijartinê di vê rejîmê de nayê parastin, beşdarî dikare çi bandorekê bike ?! Heta aliyên bi navên Reformxwaz jî ku di salên dawî de beşdarî vê proseyê bûn li Îranê, hemû rastî binbesta proseyê hatine û niha zêde dixwazin hilbijartinan baykot bikin. Ger beşdarîya hevwelatiyan bikare bandoreke 10 ji sedê jî bibe ser proseya siyasî û hikûmetê, wê demê mirov dikare bibêje beşdarî ji baykotê baştir e. Lê di sîstemên bi tevahî totalîter û dîktator weke Îranê de baykot awayekî baş e bona nîşandana nerazîbûnê li hemberî desthilatê û hişyarkirina xelkê ji rewşa heyî, eev rêbazeke siyasî ye bi xwe. Lewra jî hukûmeta Îranê berdewam bi gef û hereşeyan di serdemê hemû hilbijartinan de helwan dide beşek xelkê neçar dike deng bidin û şano û nimayîşa hilbijartna saziyên bê desthilat ên xwe rêve bibe. Beşek zêde ji xelkê li Kurdistan û Îranê bi neçarî û ji tirsê kar û ewlehiya jiyana malbatên xwe deng didin. Rêjîm beşdariya hevwelatiyan tenê bona wergirtina meşrûiyet û rewayî wergirtinê li pêşberî raya giştî ya cîhanê bi xwe dizane. NA gotin bi sîstemeke ne demokratîk weke Komara Îslamî ya Îranê yek ji bijardeyên siyasî û lojîkî ye û peyameke pirr kûr a wê jî heye, ger kêmtirîn vebûna siyasî û derfetên azad di vê rêjîmê de habûna, mirov dê bigota na, beşdarî baştir e.

Pirs: Gelo bi raya we nûnerên Kurd heya niha di meclisê de, karîne heya çi qasî xizmeta xelkê xwe û bajarên xwe bikin?

Bersiv: Di rastî de li sîstema siyasî ya Îranê xaleke pirr lawaz û ecêb ev e ku saziyên hilbijêr bê bandor û bê desthilat in, berevajî vê saziyên giring û xwedî desthilat ku rêberê olî wan hildibijêre, xwedî hemû desthilatên vê rêjîmê ne. Lewma nûnerên kurd diçin Tehranê û tevlî Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê dibin, erkê meclisê qanûndanîna welat e, lê ew nikarin yek qanûn jî ger bi dilê Xamineyî û saziyên ne hilbijartî be; bipejirînin. Çavnihêriya herî kêm ev e eger nûnerek kurd here meclisâ Îranê, bikare hinek xizmetên avedankirinê li Tehranê ji wezaretan bo navçeyên xwe yên bêpar û bê xizmet û paşketî bistîne, ev têr dike, mixabin vê yekê jî heta bi başî nakin. Di Meclisa 6qan de çend kesayetiyên kurd weke Mihendis Edeb û Hasil Dase û … hebûn ku karîn bi hewl û dilsoziya xwe hinek karan bikin ku piştî mirina birêz Edeb ew hewldan jî xitimîn. Ji aliyê din xwezî ew nûnerên ku ji 4 parêzgehên Rojhilata Kurdistanê diçin Tehranê, tenê bikariyana budceya herdem zevtkirî ya navçeyên kurdan û pirsgirêka bê edaletiya budceyê û terxan nekirina budceya parêzgehên xwe çareser bikirana û rewş û jiyana xelkê baştir bikirana û derfetên kar biafirndiban, çi çavnihêriyek din ji wan nedihat kirin, wê demê xelk dê hinek dilgerm bibûya. Niha xelk bi tevahî ji berbijêran bê hêvî bûne, pirraniya xelkê bawer in ku nûner li meclisê bê desthilat û bê bandor in û heta nikarin pirsgirêkên pirr biçûk ên hiqûqî û qanûnî yên xelkê li wan parêzgehan bişoînin û çareser bikin. Sedem jî ev e ku rêjîm niha jî lênihêrînek ewlehî û leşkerî bo bajarên kurdan heye û qet naxwaze herêmên kurdî di warên xizmetguzarîyan de pêşde herin.

Pirs:Bi baweriya we, ew axivtinên dij bi hev ên Rûhanî û Xamineyî li ser retkirina selahiyetan tê wateya hebûna nakokiyan yan jî siyaseteke bo germkirna bazara hilbijartinê.

Bersiv: Her ji roja yekemîn di nav hikûmeta Xomeynî de nakokî û dijhevî hebûye û heye, lê hemû di parastina vê rêjîmê û bingehên wê de hevbîr in, çend bask di nav wê rêjîmê de hene ku xala nakokiya wan jî ne pirsên fikrî û siyasî û îdeolojîk in; tenê şerê wan dabeşkirina desthilatê ye ûçend ber kê û kîjan baskê dikeve. Niha 90 ji sedê aboriya Îranê ketiye destê Sipaha Pasdaran û fîrmayên nevt û petrolê ketine bin destê Saziya « şehîdan » a rêjîmê û çend dezheên din ên vê rêjmîmê û wezaret bi eşkere bê desthilat mane. Rûhanû kesê nêzîk Refsencanî ye û nakokiyên Xameineyî û Refsencanî li ser dabeşkirina post û saziyên giring û berçav e. Lê ya ku xuya ye Xamineyî û baskê wî ku pirraniya saziyên giring di dest de ne, bi ser yên de zal e heta vê gavê. Ev nakokî çi derdek xelkê derman nakin, ew şerê dethilata zêdetir dikin. Rêxistina hinek şano û nimayişan weke taktîk di rêjîma Îranê de her hebûye, di serdemê hemû hilbijartinên Serokkomar û huilbijartinên meclisê, hinek wan nakokî û dijheviyên li hember hev eşkere dikin, lê piştî bi dawî hatina hilbijartinan Sipaha Pasdaran, Îtilaat û saziyên hevhêl rewşê bi tevahî li gor dilê rêberê olî rê dixin û yên dijber ji holê radikin, eva rêbazên Xomeynî ne ku heta niha jî bi başî kar pê dikin. Ez zêde van gotin û daxuyaniyên dijhev bona bazar germiyê dibînin heta nakokiyên micid. Rûhanû û yên ji wî xurttir jî qet nikarin bibin kes û hêzeke opozîsyona navxweyî ku bikarin bandor û kartêkeriyê bi qazancê xelkê pêk bînin. Ji ber ku sirûşt û pêkhateya vê rêjîmê nikare opozîsyona navxweyî qebîl bike. Rûhanî hewl dide alîgirên xwe li meclisê zêde bike, lê Konseya Parêzvana (şêwra Nonedar) wan kesan erê dike ku bikarin bibin mohreyên parastina berjewendiyên xamineyî û desthilata wî.

Pirs:Bi baweriya te siyaseta herî berçav ya rejîmê vê carê çiye, bo anîna xelkê li ser sindoqan (cara pêşîn hilbijartina meclisa Şêvra Îslamî û ya Şêvrên gund û bajaran digel hev bûn).

Bersiv: Li hemû Îranê rêjîm ji çeka zextanîn bi karmanend û memûrên hikûmetî û kesên ku miaş ji hikûmetê werdigirin, mifahê distîne. Yanî gefê ji wan dixwe ger deng nedin, ewê miaşê wan qut bikin û wan ji kar derbixin. Beşek ji xelkê ji ber vê yekê beşdar dibe, ne bi dilgermî û hêvîdarbûn bi beşdarî di jiyan û çarenûsa xwe ya siyasî de. Li Îranê rêberê olî biraya yekem û dawî li ser çarenûsa xelkê û welat dide. Li hinek devera soz û belîniyên zêde didin xelkê bona xizmtên zêde û baştir û pêkanîna derfetên zêde bo ciwana û bê karan, gellek ciyan ku serhejmariya hejarî zêde û berfireh e bi dabeşkirina berdewam a xorak û xwarinê û hinek car pereyan xelkê dikşînin ser sindoqan. Bingeha vê rejîmê li ser van tiştan hatiye avakirin, ji ber ku ne hikûmeteke xelkî û demokratîk e heta nirx û buhayê bide deng û nerîna xelkê û guhertina desthilatê. Kesên ku dixwazin biçin zanîngehan bixwînin, bi neçarî deng didin, dizanin ger deng nedin, bi hêsanî dikarin rê nedin wan herin zanîngehan. Bona pasport, kar û barên îdarî yên rojane, mohra beşdarî li hilbijartinan de merceke giring e cî bi cî kirina karên wan in li rêveberiyên hikûmetê, lewra mirov dikare bêje beşek zêde ji civakê bona vê yekê deng didin, bi neçarî û ne li gor vîn û xwesteka xwe.

Pirs: Boçûna we li ser “cibhe motehede Kurd” çi ye, gelo ew dikare wekî HDP rolê xwe bilîze, û bibe hêzeke bi bandor di asta Rojhilata Kurdistanê de ?

Bersiv:Sîstemên siyasî ya Turkiyê û Îranê gellek cuda ne. Sîstema siyasî ya Îranê bi tevahî girtî ye û rê li hemû beşdariyeke azad û vekirî ya partiyên siyasî digire û ji destpêkîtirîn bingehên demokratîk vala ye, lê li Turkiyê sîstem nîve demokratîk e û hilbijartin azad in, ligel ku hêj gellek xalên lawaz ên sîstema siyasî ya Turkiyê hene bi taybet derbarê pirsa kurd. Xala lawaz a qanûna Turkiyê bendava 10 ji sedîê ya dengan bo partiyên siyasî ye ku berê kurdan nedikarîn vê bendavê bişkînin, lê bi xweşî ve HDPê di hilbijartinên îsal ev bendav şikand û derbasî nava Parlemanê bû weke partiyeke siyasî. Li Rojhilat ev vîn û xwestin heye ku pirsa kurdî bibe pirseke siyasî û parlemanî, lê mixabin dewletê hemû rê girtine. Li Turkiyê HDP bi fermî hatiye tomarkirin û hemû maf û azadiyên çalakiyan hene, lê eniya Yekgirtî ya Kurd qet nekariye wek wan tevbigere, ji ber ku qanûn û sîstem derfetan nade, naxwaze pirsa netewexwaziyê li Îranê xurt bibe, ji ber ku Îran welateke pirr neteweyî ye û ew ji dahatûya welat ditirsin. Lê ger edalet û yeksaniya siyasî li welatekê pîvan be û hemû kes li welatekê mîna hev bin di warê qanûnî û kiryar de, hevwelatiyên derce 1 û 2 û 3 nebe, vê demê proseya siyasî li wî welatî xurttir dibe û pêşketin di hemû waran de pêk tê. Lê rêjîma Îranê bi taktîk û siyasetên xwe yên gemar û cudakar li deverên cihê jiyana neteweyan, evqas bê edaletî û bê qanûnî tevgeriya ye ku hergav tirsê serhildan û raperîna wan gelên pêkhateyên Îranê dikin, bi taybet li Kurdistanê. Ji xwe daxwaz û hêviya PDKI, Komele û kesayetiyên din ên kurd li destpêka bidestve girtina desthilatê ji aliyê vê rêjîmê her ev bû ku kurd di proseya siyasî ya Îranê de beşdar bibin, kurd bi hemû awayekê amade bûn ku di çarçoveya proseya siyasî û got û bêjan pirsgirêkên xwe çareser bikin û beşdar bibin, be garantiya hebûna demokrasî û mafên netewî bo kurdan, lê Xomeynî hemû rê û derfet û derî ji partiyên kurdî daxistin. Eniya Yekgirtî ya Kurd li Îranê demekê dikare xwedî bandor be ku herî kêm ji sedî 20ê derfet û delîveyên kar û çalakiyên weke HDPê hebin, ne zêdetir. Kesên ku nêzîk ve di vê rêjîmê de jiyan kirine û baş nas kirine, dizanin ku pirsa kurd û mafên kurdan bo rêjîma Xomeynî hêla sor e û heta vê gavê ev rê didome.