Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Mik Pompeo”: Îran mezintirîn hikûmete ku piştevaniya terorîzmê dike

12:33 - 14 Nîsan 2019

Kurdistanmedia: “Mik Pompeo” Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayî got: Rejîma Îranê mezintirîn hikûmete ku piştevaniya terorîzmê dike, û ev jî, gefeke li ser cîhanê.

Li gorî nûçeyên belavbûyî, “Mik Pompeo” Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayî ragihandiy ku, perê rejîma Îranê di Başûrê Amerîkayê de, bo piştevanîkirin li Hizbulaha Lubnan û saziyên tawanbar yên derveyê sînor, ku hewla piştevanîkirin ji terorîzmê di cîhanê de didin, tê xerckirin.

Mik Pompeo”: Rejîma Îranê “welateke ku bi hemû rengekî piştevaniya terorîzmê dike”, û em di gel hemû hevpeymanên xwe kar dikin, da ku gefên rejîma Îranê bê bandor bikin, û herwisa em ji aliyekî din ve jî, hin çalakiyên din di vê derheqê de encamdidin, û dorpêçan disepînin da ku, rejîma Îranê bo encamdana kiryarên wiha, tu çavkaniyek berdest nebe.

Herwisa “Mik Pompeo” got: Hejmarek li senatorên Amerîkayê daxwaz kirine da ku, dorpêçan li dijî rejîma Îranê berdewam bikin.

Herwisa Amerîka, Îsra`îl û hin welatên Rojihlata Navîn bi awayekî berdewam, rejîma Îranê bi destêverdan di karûbarên welatan û herwisa têkdana ewlehiya deverê tawanbar dikin.