Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mike Peringet: Rejîma Îranê heya 20 mehên di dikar berdewam be

13:15 - 28 Nîsan 2019

Kurdistanmedia: “Mike Peringet” karnasê payebilind yê saziya Hadson di civînekê de, derheq biryara Amerîkayê ya bi terorîst nasandina Spaha Pasdaran ya rejîma Îranê got, rejîma Îranê heya 20 mehên din dikare berdewam be.

 “Mike Peringet” di vê civînê de, îşar bi vê yekê jî kiriye ku, tevî hebûna givaşan lidijî rejîma Îranê, dibe ev givaşane zêdetir bikin çimkû bi vî awayî rejîma Îranê heya 20 mehên din dikare dewamê bîne û rejîm nikare xwe bo heyameke dûr û dirêj biparêze.

Herwisa navbirî got, rejîma Îranê bi daxwazkirina guhertina girtiyan dixwaze riyekê bo derbazbûn li vê rewşê peyda bike û hêvîdare ku li vê taktîkê mifahê verbigire ku di dewleta berê de jî, ji piroseya danûstandinên navikî mifah vergirtiye.

Her di vê civînê de, “Mike Peringet” tekez jî kiriye ku, piştî bi terorîst nasandina Spaha Pasdaran, hewceye malbat û xizmên ser bi rejîmê yên li Amerîkayê, lêpisînekê ji van bikin û Amerîka niha bi hêsanî dikare wî karî encam bide ku karek bû ku berê nedikarî encam bide.