Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Mike Pompeo”: Di meha bê de, civîneke navneteweyî li ser rejîma Îranê heye

12:00 - 12 Kanûna Paşîn 2019

Kurdistanmedia: “Mike Pompeo” ragehandiye ku bi armanca cihgirkirina ewlehiyê di herêmê de, vê civîneke berfireh bi rê ve here.

“Mike Pompeo” Wezîrê Karê Derve ê Amerîkayê roja Înê ragehand ku di rojên 13 û 14`ê Şibatê wê civîneke berfireh li ser Îran û Rojhilata Navîn bi rê ve here. Ew civîn jî civîneke navneteweyî ye û armanc jî cihgirkirina aştî, azadî û ewlehiyê di herêma Rojhilata Navîn de ye.

 Navbirî pêdagirî kir ku di civîna vê carê de, ew yek dibe bê garantîkirin ku Îran nekare berdewam be li ser têkdana aramî û ewlehiya herêmê.

 “Mike Pompeo” roja Înê çû Behrêynê jî, û berdevka Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê ragehand ku Amerêkayê di gel welatên Erebî ên Kendavê berjewendiyên hevpar hene.

Berdevka Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê herwisa got ku welatên Kendavê bona parastina çavkaniyên enerjiya cîhanê û rikeberiya digel reftarên dujminkarane ên rejîma Îranê di Waşingtonê de, hevkariya me dikin.

Ew civîn biryar e ku di Lehistanê de bi rê ve here. Di vê derheqê de Zerîf Wezîrê Karê Derve ê rejîma Îranê ragehandiye ku Lehistan dibe ji bîr neke, ku di dema şerê duyem ê cîhanî de, me Lehistanî rizgar kirin.

Rejîma Îranê ku rayedarên wê her rojê siaysetekê digirne pêş bona têkdana ewkehiya herêmê û dirêjkirina temenê xwe yê biyom, niha çavnihêriya vê ji Lehistanê heye, ku helwesta zêdetir ji 70 salî berî niha ya Îrana ji bîr neke!. Çavnihêriyeke bê wate, ku mixabin ji devê rayedareke payebilind ê Îranê tê bihîstin.