Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Mike Pompeo”: Emê zextên li ser rejîma Îranê du hember bikin

11:18 - 10 Kanûna Paşîn 2019

Kurdistanmedia: “Mike Pompeo” ji nişkêve serdana heşt welatên Erebî ên herêmê kir û digel wan derheq destêwerdanên rejîma Îranê guherîna boçûnan kir.

“Mike Pompeo”  ji nişkêve serdana wan welatên herêmê ên Erebî kir ku digel rejîma Îranê kêşe hene û di van rûniştinan de li gora zanyariyan bas ji mijara destêwerdanên rejîma Îranê di herêmê û çawaniya berbirûbûna vê rejîmê kiriye.

Her di vê çarçoveyê de, heta hindek ji berpirsên Amerîkayî jî bas ji asayînebûna vê serdanê kirine, û hindek alî jî ser vê baweriyê ne ku di vê serdanê de “Mike Pompeo”  Wezîrê Karê Derve ê Amerîkayê xwastiye rola her yek ji wan welatan li dijî destêwerdanên rejîma Îranê diyarî bike.

“Mike Pompeo” piştî hevdîtina bi paşayê Urdunê re ragehand ku: Di hefteyên pêşiya me de, hûnê bibînin ku zextên me li ser rejîma Îranê wê du hember bin.

“Mike Pompeo” herwisa duh serdana Herêma Kurdistanê jî kir û piştgiriya xwe ji Herêma Kurdistanê ragehand. Herwisa soz da ku ewê berdewam bin digel wan li şerê li dijî terorê de.

Herwisa di vê hevdîtinê de bas ji rewşa Sûriyê û Rojavaya Kurdistanê hate kirin û li gora raporên ku belav bûne, dîsan “Mike Pompeo”  pêdagirî kiriye li ser parastina Kurdan di Rojavaya Kurdistanê de.

Hêjayî basê ye ku roja borî hate ragehandin ku Şêvirmendê Ewlehiya Neteweyî a Amerîkayê yek ji dijberên herî tund ê rejîma Îranê di beşeke kilîdî û hestiyar de bicih dike, ku ew jî  “Goldberg” e.

 “Goldberg” di nav meclisa Senayê de, wekî endazyarê serekî ê herî tund ê dorpêçên Amerîkayê li dijî rejîma Îranê tê naskirin. Ew heta ji berbirûbûna leşkerî jî li hemberî rejîma Îranê de piştgirî dike.

Lewra bwisa xûya dike ku diyarîkirina anvbirî jî di çarçoveya vê zexta li ser rejîma Îranê de be ku “Mike Pompeo”  ragehand.