Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Mike Pompeo” peyamek rû li xelkê Îranê belav kir

11:34 - 10 Çirriya paşîn 2018

Kurdistanmedia: “Mike Pompeo” Wezîrê Karûbarê Derve yê Wilayetên Yekgirtî ên Amerîkayê di “twitt”a xwe de bo piştevanîkirin ji xelk û azadixazên Îranê peyamek belav kir.

“Mike Pompeo” Wezîrê Karûbarê Derve yê Wilayetên Yekgirtî ên Amerîkayê di “twitt”ekê de, ku li çend rojên derbazbûyî li “twitter”a xwe de bi zimanê Farsî rû li xelkê Îranê û azadîxwazên wî welatî peyama hevpêwendî a xwe belav kir, û carekî din piştevaniya welatê xwe bo xelkê nerazî en Îranê ragehand.

“Mike Pompeo” ji bilî vê ku di yek sala derbazbûyî de çend cara piştevaniya Amerîkayê ji xelkê neraz ê Îranê di hember rejîma Komara Îslamî nîşan da, û di rojên derbazbûyî de û di “twitt”ekê de ku bi zimanê Farsî nivîsiye, ew piştevaniya xwe dubare kir, û di peyamê de hatiye: Amerîka bi piştevanî ji xelkê Îranê hevdengiya xwe digel wan ragehand, û xelkê Îranê zêdetir ji çil salî ye ku ji destê naberpirs û gendeliya abûrî, mezintirîn zirar gehiştiye wan.

Wezîrê Karûbarê Derve yê Welayetên Yekgirtî ên Amerîkayê, di beşekî din a “twitt”ê de li ser çewtekaiyên rejîma Komara Îslamî derheq dorpêçên Amerîkayê nivîsiye: Berevajiya vê ku rejîma Îranê bas jê dike, dorpêçên me firotina xwarinê, berhemên baxdarî, derman û kelûpelên pizişkî nagire.

Herwisa “Mike Pompeo” du rojan piştî cîbicîkirina duyem dorpêçên Amerîkayê bo ser rejîma Îranê, li gotûbêjekê de digel “Fox News”ê ragehand: Em di hewl de ne heya ku digel piştevanî ji xelkê Îranê ku mafê hindş hebin jiyaneke baş derbaz bikin, Komara Îslamî neçar bikin dest ji siyaseta têkderane hilgire, û eva armanca me ye û erkeke ku ji aliyê serok ve bi me hatiye spardin.

Qonaxa duyem a dorpêçên Wilayetên Yekgirtî ên Amerîkayê ve bo ser rejîma Komara Îslamî a Îranê, roja Sêşemiyê 13-ê Xezelwerê hemberî 4-ê Novamber, çû warê cîbicîkirinê de.

Di heyama salên derbazbûyî de karbidestên Amerîkayê li ser givaş û dorpêçên wî welatê bo ser Îranê, gelek cara ragehandine ku armanca sereke di givaşên Amerîkayê de, xelkê Îranê nine, belkû armanca wan dawîanîn e bi wan stemkariyên ku rejîm di hember xelkê xwe de dike, û pêşî girtin e ji destêwerdan û kiryarên terorîstî yên Komara Îslamî di welatên dever û cîhanê de.