Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Mike Pompeo”: Rejîma Îranê dibe reftara xwe biguhere

11:46 - 22 Gulan 2018

Kurdistanmedia: “Mike Pompeo”  Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê stratejiya nû ya Amerîkayê derheq rejîma Îranê eşkere kir.

“Mike Pompeo”  di navenda “Heritage” de axavtina xwe li jêr navê “Piştî lihevkirinê: Stratejiyeke nû derheq Îranê”  di çar biyavan de dest pê kir. Wî ragehand ku zexta malî ya bêmînak wê bixin ser rejîma Îranê. Duyem: Wî got ku wê alîkariyeke gellek baş di navbera Wezareta Karê Derve û Wezareta Parastinê de wê hebe, bona vê ku bikarin pêşiya her cure êrîşeke Îranê bigrin. Sêyem: Ewê ji xelkê Îranê piştgiriyeke berçav û xûya bikin. Di dawiyê de jî got ku Amerîka amade ye ku digel rejîmê bikeve nava gotûbêjan de, hekî rejîm reftara xwe biguhere.

 “Mike Pompeo”  Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê îşare bi vê rastiyê kir ku piştî lihevkirina navikî ew perê ku kete destê rejîmê de, bo xelkê Îranê nehate mezaxtin, û rejîmê ew pere ji bo bihêzkirina rola xwe di şerên bedel (niyabetî) de bi kar anî.

 Wî ragehand ku Hizbullaha Lubnanê jî ji aliyê Îranê ve hate piştevanîkirin. Hêza Quds a Spaha Pasdaran jî di van salên dawiyê de bihêz bûye, û di dilê Ewropayê de terorê dike. Rêberên El-qa`îdeyê jî di Tehranê de ne.

Herwisa piştgiriya rejîma Îranê ji milîşên Îraqê, bû sedema êrîşa wan li dijî Kurdan.

Daxwazên Amerîkayê ji rejîma Îranê di 12 xalan de hatine rêzkirin, ku tê de bas ji devberdana rejîmê ji mehandina Uraniyomê, û îzindana bi Ajana Navneteweyî ya Têhna Navikî bo serdana ji nişkêve bo Îranê, û devberdana ji çêkirina mûşekên balistîk û devberdana ji destêwerdana di nava karûbarên welatên herêmê de û piştgiriya ji girûpên terorîstî dike. Herwisa daxwaz dike ku rejîma Îranê hêzên xwe ji Sûriyê vekişîne, û Erebesitan û Îmaratê nede ber mûşekan.

Hêjayî basê ye ku roja 27`ê Banemerê “Trump” di civîna bi sekreterê giştî yê “NATO”yê re ragehand: Hûn herin her cihekî, hûnê şûnpiyê çalakiyên têkderane ên rejîma Îranê bibînin.