Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mîr Hazim Tehsîn Beg bû mîrê êzidiyên Kurdistan û cîhanê

11:23 - 26 Tîrmeh (Temûz) 2019

Kurdistanmedia: Kurê mîrê wefatkirî yê êzîdiyan, Hazim Tehsîn Beg bû mîrê êzîdiyên Kurdistan û cîhanê.

Piştî 7 mehan ji ser koça dawîya mîrê êzîdiyan Tehsîn Beg re ku derbas dibe, di civîna malbata mîrê êzîdiyan de, Hazim Tehsîn beg, wekî mîrê êzîdiyan li Kurdistan û cîhanê hate destnîşankirin, û herwisa Herman Mîrza Beg û Kamîran Xeyrî Beg jî bûne wekîlên mîr.

Li gorî zaniyariyan, roja Şemî, 27`ê Tîrmehê, Hazim Tehsîn Beg di merasimeke fermî de dest bi kar bibe.

Roja 28`ê Kanûna 2019`an, mîr Tehsîn Beg li nexweşxaneyeke bajarê Hanover a welatê Almaniyayê, di temenê 86 salî de koça dawî kir.