Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mirina bi hegera xemsariya pizişkî li Urmiyê

12:35 - 8 Çirriya pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Bi hegera xirabiya emirazên Pizişkî li Urmiyê, Jinek bû qurbanî.

Pêka Nuçeyên belav buyî, Jineke pêgiran anku Hamile bi hegera xirabî û kevin bûna emrazên guhorîna Xwînê, cane xwe ji dest da.

Ev Daîka pêgiran, bona tedawî û haydar bûna rewşa zarûka xwe serdana Nexweşxana Muteherî ya Bajarê Urmiyê kiriye, ku jêre tête gotin dibe parek ji xwîna te bête guhorîn.

Li dema ghorîna Xwînê de, destgahê Xwî guhorînê ji kar dikevê û heta Pizişên xemsar haydar dibin, hale vê xirap dibe û li encamê de cane xwe ji dest dide.

Rewşa xirabe aburî û dizî û gendeliya berpirsên rejîmê û xemsariya pizişkî dibne sebeb ku rojane cane xelkê bibe qurbanî.

Li halekê de ku rewşa nexweşxane û îmkanatên pizişkî û nebûna derzî û dermanan li Îranê de bi wî avayî ye, rejîm emiraz û derman û îmkanatên herî base pizişkî dişînie bo Îraq û Sûriye û Lubnan û Yemenê.