Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mîro) Memo Şahin)

15:41 - 7 Gulan 2014

Memo Şahin

Mîro, pirtûkek, romanek li ser şer e: Şerê Osmanî û Rûsan, şerê Kemalistan li hemberî Kurdan, şerê nav êl û eşirên Kurdistan… Qurbanî jî bi her awayî Kurd in, wek niha, sed sal berê jî. Koçberî û xizantî, pêrîşanî û belangazî her para wan e…

Mîro, nave pirtûka Îkram Oguz e. Romanek li ser dîroka sed, an jî sedûpencî salên dawî ye. Ji şerê Osmanî û Rûsan destpêdike û digîhêje îro. Dibe pire di nav dem û dewranan, her ûsa di nav nifşên berê û niha de.

Her ûsa pirtûkek fêrbûn û hînbûnê, famkirin û şîrovekirina civata Kurdistanê ye. Pirtûkek bo nifşên nû ye bo têgîhiştina pergel û sîstema eşirtiya çavkor û nasîna dewlemendiya çand û zimanê Kurdî…

Wek niha, wê demê jî dê û bav cenazeyên zarokên xwe, delaliyên xwe radikin, dixin bin erda sar û tarî. Wek niha, hinek xeberek reş digirin, ne cenaze, ne beden, ne jî hestî dikevin dest. Wek niha, koçberî, berdana warê bav û kalan, koça ber bi warên nenas û neyar…

Kurd di nav du împaratoriyên mezin de tên perçikandin. Yek ji rojhilat êriş dike, yek jî ji başûr û rojava. Ermenî cih û warên xwe terk dikin û ber bi rojhilat ve direvin, Kurd jî ber bi rojava. Şer, ne şerê Ermeniyan e, ne jî ya Kurdan e. Lê yên ku êş û eza dikşînin ev in. Yên ku birçî û tazî dimînin ev in. Yên ku di bin pençe û postalên her du dewletan de tên perçikandin ev in.

Bi wan gotinan rol û nêrîna dewletê di romanê de tê şirove kirin: „Gor şêniyên Goma Mîro, dewlet ji du beşan pêk dihat, ji wan yek cendirme, yê din jî tahsîldar bû… Cendirme canê wan digirt, tahsîldaran jî mal û milkê wan… Kê dest bi çîrokeke bikira, di destpêkê da wiha digot; ‚car ji caran, rihmet li dê û bavê guhdaran, xêncî cendirme û tahsîldaran…“

Roja ku xebera reş a bavê Mîro tê, ev jî tê dinê û çavên xwe di nav şînê de vedike. Bavê xwe nabîne û hên di şeş mehîya xwe de dikeve ser rê û dirban, dibe koçer û derbeder. Di ber destên bapîrê xwe, di nav civînên rûspîyan de mezin dibe û paşê jî dibe rêberê gundê xwe. Dibe şahidê berxwedana Şêx Said, dibe qaçax û fîrar û dû re jî dibe qûrbaniya çavbirçitî û çavkoriya eşirtî…

Her pirtûk bi ked û xebatek gelek dûr û dirêj, lêkolîn û xwendin, kûrbûn û hûrbûn pêk tên. Hinek ji wan dîsa jî tisî û bê tam dimînin. Meriv piştî xwendina çend rûpelan eciz dibe û berdide. Lê hinek jî hene, mîrov naxwaze dest jê berde. Zimanek zelal û şîrin, hûnandin û lihevkirina bûyer û rûdanan, hilbijartina qehreman û lehengan bala te dikşîne ser xwe. Êdî tu ne aktor e, tu pasif e û hefsarê te di dest leheng û bûyerên pirtûkê de ne. Mîro jî, romanek ûsa ye.

Zimanek gelek baş û paqij, kurmanciyek gelek rehet û sivik, tûrika tijî ya hevok û sînonîman, tesfirek xurt û bi hêz, Mîro dewlemendir dike.

Dema min dest bi xwendina romana Mîro kir, min çend rûpel şûnde qelem û penûs, qaxiz û defter girt destên xwe. Gelek hevok, peyv, bêje, sînonîm, gelek leheng û bûyer min not girtin. Min bîryara xwe de, ez ê çend hevokan li ser vê pirtûkê binivîsînim. Min îskeletek jî amade kir. Bo dawiya nivîsara xwe jî min çend rêz wek reşbelek hûnandin. Lê hatim dawiya pirtûkê û min dît ku kekê Îkram dawiya romana xwe jî, wek min niyet kiribû, girêdayiye:

„Kurd jî vala nesekinîn, bi dehan caran li dijberî dewleta ku li ser mîrata Osmaniyan ava bibû, serê xwe rakirin, li ber zilm û zordariya dewletê derketin. Di wan serhildanan da xwîna wan wek avê çeman rijiya. Kurd di her carê da têk diçûn, tî û birçî diman, xwe şûnda dikişandin, di derawa xizaniyê da bi salan li ber xwe didan, xwe amade dikirin û careke din û li hêleka din serî hildidan. Wek gotina Tirkan, bist û neh caran îsyan kirin, bîst û neh caran jî bi ser neketin û têk çûn. Serhildana dawiyê, sî sal berê destpêkir, di nava sî salan da bi hezaran gund û bajar şewitîn, bi milyonan Kurd koçber bûn, xwîna qîz û xortan rijiya. Piştî sî salan, îro, rêvebirên Kurd û berpirsiyarên dewleta Tirk, têkîliyên xwe bi hev ra danîn, şer rawestandin, dest bi danûstandinê kirin û li hev tên…

„Lê ew şerê ku bi salan berê, di navbera Mîro û Resûlê pismamê wî da derketibû, hê jî didome, hê jî xwîna herdu aliyan dirije û wek ava derê biharê diherike. Şerê wan kîngê disekine û çîroka wan bi çi awayî diqede, tenê Xwedê dizane…“

Dest xweş kek Îkram Oguz, bo romana te ya bi navê „Mîro, çîroka şer û koçberiyê“, bo zimanê te yê şîrîn. Mîro ji aliyê weşanxaneya „do“ ve hatiye weşandin û hên bêhna boxayê jê tê. Min xwend, tûrika min hên jî dewlementir, eşq û evîna min bo kurmanciyê jî dubare bû.

Naveroka vê nivîsê nerîn û raya nivîskar bi xwe ye û malpera Kurdistanmedia jê berpirsiyar nine.