Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Misr: Rejîma Îranê dev ji destêwerdan di kar û barên welatên Erebî berde

17:35 - 12 Hezîran 2012

Kurdistanmedia: Dewleta Misrê şertê normalbûna pêwendiyan bi rejîma Îranê re, devberdan ji destêwerdanên wê rejîmê di kar û barên welatên Erebî de anî ziman.


Rojnameya “Elşerqulewset” ragihand ku Ehmedînijad di hevdîtinekê de li gel hejmarek malbatên Misrê li Tehranê gotiye, ger dewleta Misrê wî gazî bike, ewê bi lez sefera Misrê bike.
Çavkaniya dîplomatîk di Wezareta Derve a Misrê de li gel rojnameya “Elşerqulewset” gotiye: Heyamek e rejîma Îranê hin girûpên Misrî bo Tehranê gazî dike ku di riya wan ve ji bo normalkirina pêwendiyên navbera her du welatan givaşê bixe ser rayedarên Misrê.
Ew rayedarê Misrî got ku pirsa normalkirina pêwendiyên navbera Tehran û Qahirê eyane, ew jî devberdana rejîma Tehranê ji destêwerdan di kar û barên welatên Erebî de ye.
Pêwediyên Îran û Misrê di dema hatineserkar a rejîma Îslamî a Îranê ve heya niha qut bûne û piştî nemana rejîma Husnî mubarek di desthilata Misrê de, rejîma Îranê dixwaze pêwendiyên navbera wan du welatan normal bike.

Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê