Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mistefa Hicrî: Armanca serekeye êrişa Tirkiyê, gorîna demografiya Rojavaye

11:40 - 20 Çirriya pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Li hevpeywîneke taybet de, Mistefa Hicrî Lêpirsyarê PDKÎ, li bersiva pirsyarên TÎSHK TV de, nêrîna xwe û Partiya xwe li derbarê êrişa Tirkiyê bo ser Rojava, bi zelalî da xûyakirin.

Berêz Hicrî li derbarê armanca wê êrişê got: Tirkiye mêjvê bû ku li fikra êrişekî bi wî avayî bû, li ber evê ku Tirkiye êk ji wan Dewletaneye hertin bi pêkhatina deshilata Kurd nerehete, lewma hertim li derfetekê digeriya ku êrişî ser rojava biket.

Hicrî: Tirk dixwaze hêzên Kurd livê derêxe, û Ereban li cihê wan de akincî bike û demografiyaya Rojava têk bide, lê heta niha negeheştiye vê armanca xwe û min jêweye li paşerojê de jî nagîje vê xwezya xwe.

Lêpirsyarê PDKÎ: Ewa ne êkim êrişe bo ser Kurdan, û nejî dawî êrişe, êriş bo ser Komara Kurdistanê, Enfala Kurdan, û zindî çalkirina Kurdan, çî êk ji wan nekarîne Dijminan bigehîne armanca wan û Kurdan ji xebatê paştewekişîne. li encamê de min jêweye ew êrişa dê bibe kêşeyeke mezin bo Tirkiyê û bitaybet bo Erdoxan û hizba wî.

Mistefa Hicrî: Dunya hemi bi dijî vê êrişa Tirkiyê ye û derbarê biryara wekişandina hêzên Amerîka ji aliyê Tiramp we, nerizayetiyeke zaf li nava deshilatdarê Amerkîka û xudî Komarîxwazande bi du xwede aniye. Kurd bi ceribandina xwe li derbasbûyî de, nabe her aliyekê rêkeftinek li gel pêk anî, êdî dostê xwe bizane û dê bo hemêşe piştîwaniyê jê bike.

Berêz Hicrî herwisa li bersiva pirsyareke dinêye TÎSHK TV de got: kurd dibe bi xwe pişt qahîm be, Gelê Kurd li Rojhilat hertim ew rastiya dane xûyakirin û ew rastiya jî li xwenîşandan û diruşmên wan bona piştîwanî ji Rojava eyan dibe. Her ewa ku rejîma Îranê rojên destpêkê de bo ewê ku xelk bête ser kolanan û diruşma merg ber Amerîka û merg ber Tirkiye bidin, hebxwe rê dida û bi dilê wan bû, lê dema ku xelkê gotin merg ber dagîrker, merg ber diktator, kewtne ber tepeserî û girtinê.

Hicrî: Em dibe dersê ji wan bûyeran wergirin, hekî em bizanin, xûya dibe ku ew şikestên bi ser mede tên, pareke xetayê şaşiyê me xwene. Ew derfeta ku Li rojava hatibû pêş, hekî bi avayekî demokratîk deshilatek çêkiribana û hilbijartina azad û azadiya ehzaban çêbiba, bê guman rewş hankî nedibû, lê mixabin ew êka çênebû, deshilateke tek hizbî hebû, ewa dikare bibe êk ji wan dersane ku em jê fêr bibin.

Berêz Hicrî li dawiyê de Sipas û pêzanîna xwe pêşkêşî xelkê Rijhilata Kurdistanê kir ku çawan pişîwaniya xwe ji Rojava dane kifşê, û dane xûya kirin ku ew êş û azar û xwîna ji gelê me li Rojava dice, êş û azara wê digihe ceste û riha xelkê Rojhilat.