Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mistefa Hicrî: “Bo yekgirtinê li ser xalên siyasî yên kongireya 13’ê wekî bingeha rûniştinan, me li hev kiriye”

20:27 - 22 Şibat 2015

Kurdistanmedia: Ajansa Anadolo, di destpêka meha Rêbendana sala m1393’an de, gotûbêjek digel birêz Mistefa Hicrî pêk aniye, ku tê de bas ji yekgirtina PDK û rewşa herêmê hatiye kirin.

deqa wê bi vî awayî ye:

Sekreterê giştî yê PDKÎ Mistefa Hicrî di hevpeyvînekê de li derbarê pirsa yekgitina PDK dibêje: “Em dixwazin bi hûrî herin nav vî karî, û em naxwazin ku piştî yekgirtinê cudabûneke din rû bide”.

Mistefa Hicrî ji Ajansa Anadolo re got: “Ya ku li derheq yekgirtinê de tê gotin, tiştekî nû nine, belkû doma wê tekoşînê ye ku nêzîkî du sal e me dest pê kiriye, û piştî vê ku di dawî kongireya xwe de yek ji rasipardeyan, hewldan bo yekgirtinê bû, me hewlên xwe çirtir kir, û me lêjneyek pêk anî, û me digel hevalên cudabûyî heya asta sekreterên herduk aliyan civîn pêk anîn”.

Piştre qala vê kir ku: “Renge di vê hefteyê de, di navbera herduk aliyan di asta Deftera Siyasî de, bi amadebûna herdu sekreteran bi rê ve here, bona vê ku çarçoveya kar, û hûrdekariyên wê bi giştî em bas bikin, û piştre jî lêjneyên me dirêjiyê bidin wan gotûbêjan.

Sekreterê giştî yê PDKÎ di doma axivtina xwe de, li derheq vê pirsê de dibêje ku herdu aliyan li hev kirine ku xalên siyasî yên pesendkirî di kongireya berî cudabûnê de, bikin bingeh ji bo gotûbêjên xwe, û di vê derheqê de jî li ser navê hizb û arma xwe û çend tiştên din jî li hev kirine.

Digel vê yekê de jî, ji bo diyarîkirina demê bo yekgirtinê, rêzdar Mistefa Hicrî weha dibêje: “Pêşbînîkirina demê gellekî zehmet e”.

Wî amaje bi vê yekê jî kir ku Îran bi yekgirina wan nerehet e, û di vê derheqê de dibêje: “Eslen cudabûn bi xwe jî, hekî rasterast jî nebe, bi awayekî ne rasterast destên Îranê tê de hebûye. Komara Îslamiya Îranê ne tenê bo PDKÎ ku partiyeke sereke ye di rojhilata Kurdistanê de, ji yekgirtina hemû Kurdan hez nake, û hemû kar û tekoşîna wê di hemû beşan de, ji bo cudahî û tûjkirina Kurdan li dijî hevûdu ye”.

Sekreterê giştî yê PDKÎ Mistefa Hicrî ku partiya wî, yek ji partiyên herî kevn yê dijberî Komara Îslamiya Îranê ye, di vê hevpeyvînê de bas ji hebûna Îstixbarata Îranê di Herêma Kurdistanê de dike, û dibêje ku gellek zanyarî di ber destên wê de ne: “Îran ji riya herdu konsulxaneyên xwe di Hewlêr û Silêmaniyê, û gellek cihên din bi awayekî veşartî karê sîxoriyê dike.

Hebûna Komara Îslamî li hemû cihekî bo wergirtina zanyariyan niye, belkû bo têkdanê ye, ji ber ku Îran ji riya balyozxaneyên xwe ve dixwaze ku bizane ku çawa dikare cudahiyan bixe nav refên partiyan de, û ji bo berjewendiya xwe wan bi kar bîne”.

Derheq şerê DAÎŞ’ê dibêje ku şeş mehan berî niha nêzîkî 5 hezar endamên Sipaha Quds baz dane aliyê Îraqê, eva jî xeynî hejmareke zaf ji efser û pisporan ku kar ji bo perwerdehiya arteşa Îraqê dikin, dibêjin ku beşek zaf ji wan bi navê parastina mezargehên Şî’eyan di Kerbela, Necef û Samerayê hatine.

Bi baweriya wî, ew hêz di herêmên cihê nakokiyê li Celewla û Se’diye û çend herêmên din de hatine cihgirkirin.

Mistefa Hicrî di doma axivtina xwe de, ji bo Ajansa Anadolo li derheq êrîşên DAÎŞ bo ser herêma Kurdistanê û bi awayekî diyarîkirî bo ser Mexmûr û Giwêr û nêzîkbûna wan li Hewlêrê, dibêje ku Îranê DAÎŞ nêzîkî Hewlêrê kir, ji bo cezakirina Kurdan, ku heyamek bû bas ji serxwebûnê dikirin û dibêje: “Hatina DAÎŞ bo Hewlêrê û nêzîkbûna wan bi Mexmûr û Giwêr ji aliyê Îranê ve, bernamerêjî jê re hatibû kirin, Îranê xwast ku wan bîne vir û Kurdan ceza bike.

Ji ber ku Kurdan gellek bas ji referandom û serxwebûnê dikirin, lewra Komara Îslamî xwast ku Kurdan ceza bike”.

Bas ji vê yekê jî dike ku piştî pêkana vê armancê, ji aliyê Îranê ve, serokatiya Herêma Kurdistanê wisa bilav kir, ku Îran yekem welat bû ku alîkariya Herêma Kurdistanê kir li şerê li dijî DAÎŞ’ê.

Mistefa Hicrî ji bo wan axivtinên xwe zû zû digot ku li gora zanyariyên wan. Wî herwisa got jî ku: “Zanyariyên me bas ji vê yekê dikin ku Îran penaberên Efxanî perwerde dike, û piştre jî wan dişîne nav refên DAÎŞ’ê de”.

Sekreterê giştî yê PDKÎ Mistefa Hicrî di doma axivtina xwe de li derheq sedema vekişiyana hêzên wan li şerê li dijî DAÎŞ’ê piştî beşdarbûneke kurt wisa dibêje: “Em wekî PDKÎ niha tu hêzeke me di şerê li dijî DAÎŞ de beşdar nine, ji ber ku em di destpêka şer û nêzîkbûna wan li Hewlêrê, me amadeyiya xwe ji bo şandina hêz ji bo eniyên şer eşkere kir, û berpirsyarên Herêma Kurdistanê daxwaz li me kirin û me jî pêşwazî ji daxwaza wan kir, lê piştî heyameke kêm daxwaza vekişiyanê ji me kirin û em ji vekişiyan”.

Li derheq sedema vê vekişiyanê jî Mistefa Hicrî dibêje: “Îran hez nake ku hêzên partiyên Kurdan derbikevin, û renge daxwaza vekişiyanê jî her li ser daxwaza Îranê bibe”.

Mistefa Hicrî destpêkirina xebata çekdarî li dijî Komara Îslamiya Îranê niha bi hewce nizane, û rewşa siyasî ya herêmê bi baş nizane, û dibje: “Piştî hiloşîna rejîma Paşayetî û ragehandina xebata eşkere ya PDKÎ, me xebata çekdarî wekî şêweyek ji xebata li dijî Komara Îslamiya Îranê hilbijart, ne wekî armanc û yekalîker, lewra xebata çekdarî ya bi xwîn me pêşve bir, û niha jî hekî derfet hebe, dîsan em dikarin ku xebata çekdarî wekî yek ji şêweyan bi karî bînin.

Hekî rewşa siyasî û herêmî rê bide me, renge wekî şêweyek ji şêweyan em bi kar bînin, lê niha ew rewş ji bo me di cihê xwe de nine, û em nikarin li vir rûnên û herin nav Îranê de xebata çekdarî bikin”.

Hicrî derheq pirsa Kongireya Neteweyî jî bo Ajansa Anadolo dibêje ku berjewendiya hizbî sedema paşvemana wê ye û got: “Di demekê de ku hêza Kurd, hemû yekparçe ye, û hemû di hizra berjewendiyên xwe de ne, ne berjewendiya neteweyî, wisa Kongireya Neteweyî nahê lidarxistin. Belkû dibe li ser bingeha berjewendiya neteweyî pêk bê.

Niha bo berjewendiya hizb û girûp û deste ye, heya wê demê ku ew pêvajo berdewam be, pêkanîna Kongireya Neteweyî ser nagre, hekî ser bigre jî, di berjewendiya yek yan du aliyan de dibe, pêştir jî her bi vê sedemê ve Kongire bi rê ve neçû.

Lewra ez geşbîn nînim bi lidarxistina vê kongireyê li ber berjewendiyên hizbî”.
Birêz Mistefa Hicrî, Partiya Demokrat a Kurdistana Îraqê û PKK’ê tawanbar dike û dibêje: “Her aliyek bixwaze ku Kongireya Neteweyî ji bo berjewendiya xwe bixe jêr hejmoniya xwe de, eva ser nagre”.
Di dawiya axivtina xwe de, sekreterê giştî serkevtina Kobanê li dijî DAÎŞ’ê bi girîng da zanîn, û got ku ew vê yekê bi serkevtina xwe dizanin, û hêviya vê yekê xwast ku ew serkevtin destpêkek be ji bo têkbirina DAÎŞ’ê di hemû xaka kurdistanê de.